'Muxatabê kurdan eşkere ye, projeya we çi ye?’ 2021-09-28 11:28:21 DİYARBAKIR - Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier anî ziman ku Kiliçdaroglu bi daxuyaniyên xwe dengên kurdan armanc dike û got: “Muxatabê kurdan zelal e û mijara sereke ew e ku di xala çareseriyê de projeyekê pêşkêş bikin.”    Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier nîqaşa li muxatabiya çareserkirina pirsgirêka kurd ji ajansa me re axivî.    Taşçier diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatabê gelê kurd eşkere ye û berdewamiya nîqaşên wiha ew rast nabîne. Taşçier got: “Muhatabê kurdan diyar e. Pirsa rast ew e ku muxatabê kurdan di asta dewletê de kî ye? Kurd wê bi kî re muxatab bibin.”   MUXATAB OCALAN E Û CIHÊ ÇARESERIYÊ PARLAMENTO YE    Taşçier bal kişand ser muzakereyên di navbera dewletê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ku di sala 2009'an de dest pê kir û heta sala 2015'an dewam kir û wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muxatabê me diyar e. Lê ji aliyê Tirkiyê ve muxatab ne diyar e. Muxatabê vê pirsê Abdullah Ocalan e. Ne hewce ye ku vê rewşê krîmînalîze bikin, ne hewce ye ku nîqaş bikin. Ji ber ku heta 2015’an dewletê li İmraliyê maseyek danî. Gelek kes çûn wir. Muxatabê din ê pirsgirêkê Parlamento ye. Ji ber ku hemû amadekariyên qanûnî û destûrî dê li vir bêne kirin. Birêz Ocalan jî navnîşana çareseriyê Parlamentoyê nîşan dide.”    ‘DIVÊ EWILÎ PROJE HEBIN’    Taşçier diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê nîqaşek rast bê kirin û divê pêşî projeya di derbarê çareseriyê de were vegotin û dûvre jî dê muxatab were nîqaşkirin û wiha got: "Heger çar xalên pêşîn û xalên 41 û 44’an ên destûra bingehîn nayê guhertin, ger di hin qanûnan de destûr neyên rakirin, pirsgirêka kurd nayê nîqaşkirin. Daxwazên kurdan jî zelal in. Bi gotineke din, bi kurt û kurmancî muxatabê kurdan zelal e, hewce ku em bipirsin projeya we çi ye.”    MA / Ergîn Çaglar