‘Pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe' 2018-02-13 09:56:05 ENQERE - Endamê Komîteya Navendî ya AKEL'ê Giorgos Koukoumas, aşkera kir ku ew wekî gelê Qibrisê piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd û ev tişt got: "Heke pirsgirêka kurd bê çareserkirin, dê pirsgirêka Qirbisê jî çareser bibe."  Endamê Komîteya Navendî ya AKEL'ê Giorgos Koukoumas, li ser dawetê tev li 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê bû, çavdêriyên xwe ji Ajansa Mezopotamyayê re parve kir û nirxandinên girîng kirin. Koukoumas, aşkera kir ku ruhê di kongreyê de ruhekî bi hêz, şoreşger û berxwedêr bû.   Koukoumas aşkera kir ku ew guhertina polîtîk a li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne û ev tişt got: "Guhertinên li Tirkiyeyê bandorê li ser jiyana me ya li giravê dike. Rejîma tundiyê ya Erdogan her dem nefretê bi pêş dixe. Vê yekê hem di nava tirkên li Qirbrisê hem di nava yewnan û rumên li wir de bi pêş dixe. Êrîşa li dijî Rojnameya Afrîkayê yek ji wan e. Li ser banga Erdogan êrîş pêk hatin. Her çendî ev êrîş tirkan nekiribe jî bandor li ser hemû herêma me û giravê tevahî kir."    ‘TIRKIYE WEKÎ HÊZEKE DAGIRKER ÇÛ EFRÎNÊ’   Koukoumas bal kişand ser êrîşa li dijî Efrînê û ev tişt anî ziman: "Tirkiye wekî hêzeke dagirker çû wir. Ji bo mudaxaleyê hemû axa Sûriyeyê bike çû wir. Em vê operasyonê teqes şermezar dikin. Em polîtîkaya dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ji Qibrisê ve dizanin. Heke îro Sûriye di vê rewşê de be, ev ji ber polîtîkaya Tirkiyeyê wiha ye, ji ber alîkariya ku daye DAIŞ'ê wisa ye. Ji ber van hemû pirsgirêkan Sûriye di vê rewşê de ye."   Koukoumas destnîşan kir ku têkoşîna kurdan a li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê, têkoşîna mirovahiyê ye û wiha axivî: "Em piştgiriyê didin wan û li gel têkoşîna wan in. Kurd li wê herêmê hêza herî aktîf in."   'PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE...'   Koukoumas, anî ziman ku ew wekî welatiyên Qibrisê, hêviyên wan ji têkoşîna gelê kurd heye û di nav bendewariyê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bandora rejîma otorîter a li Tirkiyeyê bilind dibe, xwe digihîne derveyê Tirkiyeyê jî û bandorê li welatên cîran jî dike. Îro jî artêşa tirk li ser sînorê me ye û me tacîz dikin. Ya rast heke pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe. Dê bandora çareseriya meseleya kurd bandorê li ser herêma me jî bike. Dibe ku em jî dagirkeriya tirkan a li Qibrisê bi dawî bikin û tirkên Qibrisê, rumên Qirbisê bi hev re jiyanekê bij3in, rêvberiyekê ava bikin. Ji bo wê em bi her awayî piştgiriyê didin têkoşîna kurdan. Ji ber ku Tirkiye dijminê me ye, em wekî AKEL ji bo vê piştgiriyê nadin têkoşîna gelê kurd, em piştgiriyê didin gelê kurd, ji ber ku têkoşîna kurdan têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê ye. Ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin, em wekî AKEL çi ji destê me bê emê bikin."   MA / Denîz Nazlim