HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe 2021-10-04 16:35:06 STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê starta kongreya ku dê di mehên pêşiya me de were lidarxistin da û banga piştevaniyê li hemû beşên civakê kir.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), starta amadekariyên 4’emîn Kongreya Xwe ya Asayî ku plan dike di mehên pêşiya me de li dar bixe, da. Endamên Komîsyona Kongreyê li oteleke navçeya Beyoglû ya Stenbolê têkildarî amadekariyan daxuyanî da çapemeniyê. Hevberdevkê HDK’ê yê Stenbolê Erkan Tepelî, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê ya ji Rêxistinkirinê Berpirsyar e Ozlem Gunduz, Parlementerên HDP’ê, Hevseroka MATUHAY-DER’ê Esîn Çelîk, endamên kongreyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Li Stenbolê dema HDP’ê ye" hat vekirin.    WELAT DI QEYRANÊ DE YE   Hevberdevka Komîsyona Kongreyê Semîha Yalçin, piştî nîşandana sînevîzyona çalakiyên HDP’ê yên li bajêr, axivî diyar kir ku welat di nava qeyraneke aborî, civakî û sosyal de ye û anî ziman ku berpirsyarê vê desthilata AKP’ê û hevkarê wê MHP ne. Yalçin, da zanîn ku ji ber desthilat bêhêz dibe zextên li ser muxalîfan zêde dike û wiha got: “Partiya me têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo bingeheke tifaqeke demokratîk û komareke demokratîk pêk were didomîne. Heta ku desthilata AKP’ê û MHP’ê winda bike wê têkoşîna me ya bi biryar bidome. Rêveberiya me ya ku di 4’emîn Kongreya Asayî de were hilbijartin wê encama hilbijartina ku bandorê li çarenûsa hemû beşan bike, diyar bike. Daxwaza her kesên ku dilê wan bi wekhevî, azadî û aştiyeke birûmet lê dide daxwaza me ye.” Yalçin, da zanîn ku partiya wan di çareserkirina pirsgirêka kurd de navnîşana yekemîn e.    BANG LI HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ KIR   Yalçin, destnîşan kir ku bi pêvajoya nû ya kongreyê re wê mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax bigerin û xebatên xwe bi rê ve bibin û got: “Em ê di hişmendiya rêya sêyemîn de tifaqa demokratîk pêk bînin. Ji bo rakirina faşîzma ji van axan û avakirina komara demokratîk em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin û teqez em ê bi ser bikevin. Em her kesê ku dixwaze ji desthilatdariya Em her kesên ku dixwazin ji desthilata AKP-MHP’ê xilas bibe, demokrasî û azadiyeke rasteqîn bi dest bixe, şêwaz û azadiya baweriyê diparêzin, vedixwînin ku hêz û milê xwe bidin HDP’ê û bi hev re di vê rêyê de bimeşin.”