Buldan: Çi bikin jî em dê aştiyê biparêzin 2018-02-18 12:29:40 ENQERE  - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, bertek nîşanî Bînalî Yildirim ê got “Çareserî tuneye” da û wiha got: “Kesekê ku wate nede êşên bi salan tên jiyîn, nikare wateyê bi de çareseriya pirsgirêka kurd jî.” Buldan anî ziman ku çi dikin bila bikin dê aştiyê biparêzin.  Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna Meclîsa Pariyê de axivî û mijarên di rojevê de nirxandin. Buldan, diyar kir ku bi kedeke mezin a her hevalekê wan HDP haya roja îro hatiye û wiha got: “Em wan hevalên xwe silav dikin û em ê vê ala hevalên xwe bi rûmet mezin ji bo pêşerojê hilgirin. Dîroka kongreyê bi peyamên girîng tije bûn. Kongreya me ya 11’ê Sibatê bi moral û coşek mezin derbas bû. Kongre ji bo Tirkiyeyê girîng bû. Ligel hemû êrîş û zextên li ser HDP’ê jî, kongreyê asta têkoşîna me nîşan da. Serokomar digot ‘nikarin kongreyekê jî kom bikin.’  Lê me bi kongreya xwe bersiva herî mezin da wî. Em spasiya xwe li hemû gelên xwe yên bi reng, deng û vîna xwe beşdarî kongreyê bûn dikin.”   ‘ÇI DIKIN BILA BIKIN EM Ê AŞTIYÊ BIPARÊZIN’   Buldan, anî ziman ku peyamên di kongreyê de hatin dayîn desthilatdarî şaş fam dike û wiha bilêv kir: “Bêguman ên ku vî welatî birêve dibin dê peymanên me şaş fam bikin. Ji ber ku piştî kongreyê Serpîl Kemalbay hat binçavkirin. Cardin Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu û Wekîla Serokê Giştî yê ESP’ê Fadîme Çelebî hatin girtin. Bi vê xwestin peyam bidin kongreyê. Em dizanin hemû hevalên me aştiyê diparêzin. Lê çi dikin bila bikin, heya HDP hebe emê aştiyê biparêzin.”   ‘DEMÎRTAŞ DERSEK SIYASÎ DA’   Buldan, di dewama axaftin xwe de wiha got: “Bi taybetî birêz Selahattîn Demîrtaş di danişîna xwe ya sê rojan de dersên hiqûqî, siyasî û exlaqî dan dewlet û hikûmetê. Ên ku nexwestin vê yekê bibînin û xwestin ser bigirin, pir baş dizanin ku nikarin vîna gelan teslîm bigirin.”   Buldan bertekên tund nîşanî gotinên Serokwezîr  Bînalî Yildirim ên “Çareserî tuneye” jî da û wiha  pê de çû: “Serokwezîr dibêje ‘Çareserî tuneye.’ Ger serokwezîr wate bida êşên hatin jiyîn û çareseriya pirsgirêka kurd wisan bêzanebûn ne diaxivî. Di pêvajoya çareseriyê de kesekê jiyana xwe neda û rondikên çavên yek dayîkê nehat xarê. Ev yek ji bo me pir girînge û destketiye. Huzur û bawerî hatibû welat. Lê yên ku mase rûxandin, hiştin ku şerên dijwar li welat rû bidin. Desthilatdariya AKP’ê pêvajoya çareseriyê qend. Serokomarê vî welatî maseya çereseriyê rûxand. Heya ku çareserî nebe, azadî jî pêk nayê.    ‘EM Ê DI 8’Ê ADARÊ DE LI QADAN BIN’   Buldan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dibe ku sala 2018’an ji bo hemû kesê zor be, lê em dikarin vê yekê veguherînin sala bawerî û coşek mezin. Bi baweriya xwe em dikarin vê yekê serbixin. Em di 8’ê Adarê de li qadan bin. Emê li dijî qirkirinên jinan, polîtîkayên tundî û êrîşên liser jinan li qadan bin. Em ê bi hevre xwe amade bikin. Tenê jin dê vê xebatê nekin. Hevalên me yên zilam jî dê di xebatên 8’ê Adarê de cih bigirin. Ev ji bo girînge. Pirsgirêka jinê pirsgirêka civakiye. Ji ber vê yekê divê em hemû beşdarî xebatên 8’ê Adarê bibin. Em dûre bi hemû gelên Tirkiyeyê re Newroza xwe bi coş û kelecanek mezin pîroz bikin. Em ê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî. Êdî ji xwe hêviya me ji dewlet û desthilatdariyê nîne.”    Civîn piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî berdewam dike. Di civînê de dê erkên endamên Lijneya Rêveberiya Navendê (MYK) bên diyar kirin.