Baş: Zemîneke çareseriyên rast berpêş dike çêdibe 2022-01-27 09:10:21 ENQERE - Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş civîna bi bangawaziya HDP'ê hat kirin nirxand û destnîşan kir ku vebijêrka sêyemîn bivê nevê ye.  Bi bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re, di 18'ê Çileyê de HDP, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Halkevlerî (Malên Gel) û Partiya Tevgera Kedkar (EHP) li hev kom bûn.    Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş ku tevli civînê bûbû, civîna hat kirin nirxand.    CIHÊ HÊVIYÊ BÛ   Baş, anî ziman ku civîn ji bo wan bi awayekî serketî derbas bûye û got: "Bi awayekî dîtir, ev civîna ewil bû û diviyabû di vê civînê de hemû beşdar hev guhdar bikin, pêşniyarên xwe bi hev re parve bikin. Ez dikarim bibêjim ku ev bêkêmasî temam bû."    Baş, destnîşan kir ku meşa bi hev re pir girîng e û got: "Di vî warî de civîneke têra xwe cihê kêfxweşî û hêviyê bû. Bê guman hê em ê gelek carên din li hev kom bibin, dîtinên xwe bi hev re parve bikin û hûrguliyan nîqaş bikin û biryarina bidin. Yanî em ê peywireke dûr û dirêj hilgirin. Lê dikarim bibêjim, ev civîn ku gava ewil bû, bû cihê hêviyê."    Baş, destnîşan kir ku ji niha û pê ve jî ji bo xalên ku di civînê de li ser li hev kirine bên xurtkirin û ji bo ji vebijêrkeke hêviyê berpêşî gelên Tirkiyeyê bikin divê hîn bêtir tevbigerin û got: "Bê guman em ê cardin guh li hev bikin û bê hesab û kitab nîqaş bikin. Em wisa difikirin ku civîna ewil ji bo me girîng bû û ji bo pêvajoya bê jî bûye cihê hêviyê. Ji bo lêgerîna hêza yekbûyî ya di vê civînê de rû da xurtir bibe em ê hîn bêtir tevbigerin."    PÊDIVÎ LI BER ÇAVAN E   Baş, destnîşan kir ku pir yeqîn dikin ku dê ev civîn pêşî li ber têkoşîneke hevpar veke û pêdiviyên ji bo her kesî hevpar in li ber çavan e.    VEBIJÊRKEKE RASTEQÎN   Baş, destnîşan kir ku peywireke herî lezgîn a tevgera çep-sosyalîst a Tirkiyeyê ku berjewendiyên kedkaran esas digire, li hemberî pergala kedxwar û çewisîner vebijêrkekê hilberîne û got: "Divê rêyên vê bên dîtin. Divê em qebûl bikin ku, xebatên aktorên pergalê yên ji bo pêşeroja Tirkiyeyê didomin. Li ser vê pêvajoyê hûr dibin, disêwirînin û amadekariyan dikin."    Baş, anî ziman ku tiştekî ku AKP-MHP û Tifaqa Gel bide gelên Tirkiyeyê û berpêşî wan bike tune ye û got: "Lewma em dibêjin Tifaqeke Sêyemîn, a rast avakirina vebijêrkeke rast bivê nevê ye ji bo kedkar mecbûrî van her du tifaqan nebin."    ROJEVA HILBIJARTINÊ   Baş, têkildarî civînê de jî got: "Çend roj berê hin nîqaşên dûrî rastiyê yên têkildarî tevgera sosyalîst de hatin kirin. Di vê civînê de ne behsa parlementeriyê hat kirin ne jî bazariyek ji bo hejmara parlementeran hat kirin. Me bêyî em li benda hilbijartinê bisekinin, me tiştên divê niha bên kirin nîqaş kirin. Di asteke pêvajoyê de hilbijartin hene. Helbet dê ev mijar di civînên pêş de bê nirxandin. Nebeşdarbûna hilbijartinê, necihgirtina li parlementoyê, dûrketina ji tifaqê helbet tercîha her partiyê ye û divê her kes ji bo vê bi rêzgirî tevbigere. Heman tişt ji bo tevgerên tevli hilbijartinê dibin, dixwazin di parlementoyê de cih bigirin û di nav tifaqekê de cih bigirin de jî derbasdar e."    ZEMÎNA ÇARESERIYÊ   Baş, destnîşan kir ku di civîna ewil de ewilî li ser neyta xwe ya zeximkirina têkoşîna hevpar bilêv kirine. Baş bilêv kir ku zemîneke çareserîyên rast berpêş dike çêdibe û got: "Bêyî vê neyta qenc û helwesta çêker pêşketin ne pêkan e. Ewilî divê ev xal bihatana pesendkirin. Ez wisa difikirim ku di civîna ewil de em gihaştin vê armanca xwe. Ji niha û pê ve jî ji bo me hemûyan tişta divê ew e ku bernameyeke têkoşînê bê çêkirin û ji bo vê zemîn bê çêkirin. A mayî jî xurtkirina vê zemînê ye."    MA / Zemo Aggoz