Meclisa HDP’ê: Divê Ocalan bi xwe bi axive 2022-01-30 17:03:36     ENQERE – Meclisa HDP’ê encama civîna xwe aşkere kir. Meclîsê di encamnameyê de aşkere kir ku pêwiste Ocalan bi xwe bi axive û axaftina li şûna Ocalan fêdeyê nade kesan. Meclisê da zanîn ku pir girîng e ku Ocalan fikrên xwe bi raya giştî re parve bike.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi tevlêbûna Hevserokên Giştî Pervin Buldan û Mithat Sancar di 29’ê Çile de civîna meclisê pêk anî. Meclisa HDP’ê yekemîn civîna meha 2022’an pêk anî. HDP’ê piştî civîna meclisê encamnameya civînê bi raya giştî re parve kir. HDP’ê di encamnameyê de anî ziman ku bi girtina partiyê tê xwestin ku fikra kesên muxalif qedexe bikin û wiha got: “Em ê bi hevî û dengê xwe li dijî girtin û doza girtinê bi gelê Tirkiyeyê re xeta parastinê pêş bixin. Em ê siyaseta demokratîk vîna gel bi hevre biparêzin. Em ê li dijî krîz, girtin û kumpasan bi hevre têbikoşin. Em ê gelê Tirkiyeyê ji îtîfaqa AKP-MHP’ê rizgar bikin. AKP û MHP li aliyekî dixwazin tişta li ser civakê ferz dikin wekî bi razîbûna civakê bidin xuyakirin. Tirkiye di dîrokê de tu carî bi qasî niha xizan nebûye. Ji xeynî elhê qersê hemû welatiyên Tirkiye birçî ne. Betalî û enflasyon bûye pirsgirêka kronîk. Qeyrana aboriyê bi awayekî belloq li fatûreyan xwe dide der.”    Meclisê di encamnameyê de da zanîn ku li aliyekî çeteyên îhaleyan hatine  avakirin û li aliyê din, di nava dewletê de odeyên tarî hatine avakirin û bûye ‘Tifaqa Kartelê’ û wiha lê zêde kir: “Îtîfaqa Kartelê li ser bingeha aborî, siyaset û hiqûqê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê gelên Tirkiyeyê bu buhayên pir zêde re rû bi rû dimînin.    POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ    Bloka îqtîdarê di vê qeyranê de hewl dide hebûna xwe biparêze. Li şûna pirsgirêka kurd çareser bike û pirsgirêkên aborî, hiqûqî û azadiyê çareser bike, hewl dide bi zimanê dewletê û lîstikên tarî çareser bike. Dixwazin bi şer û tecrîdê pirsgirêkê çareser bikin. Îkarê û bêsiyasetbûnê esas digirin. Bi polîtîkayên neçareseriya kurd dixwazih hemû hêza muxalif têxin bin zextan.   KOMKUJIYA MAŞÎNEYÊN ZIRXΠ   Îqtîdara AKP-MHP’ê di polîtîkayên kuştinê de israr dike. Her meh ciwan bi maşineyên zirxî tên qetilkirin. Ev komkujî bi tu awayî ne teknîk, û ne tesadufî ne. Ne qeza ye. Ev komkujî ye.    LI ŞÛNA BIDE JIYANDIN DIKUJE   Îqtîdara AKP-MHP’ê, li aliyekî kesên kujer bê ceza dihêle, li aliyê din girtiyan jî bi mirinê re rû bi rû dehêle. Li girtiyan mirinê ferz dikin. Bi polîtîkayên mirinê li girtîgehan mirinê zêde dikin. Li şûna bide jiyandin mirinê hildibijêre. Bila her kes bizanibe tiştên li girtîgehan pêş dikevin sûc e. Îqtîdar jî şirikê vî sûcî ye.”    BERXWEDANA JINÊ    Meclisa HDP’ê di encamnameya civînê de li ser polîtîkayên AKP-MHP’ê yên li dijî jinan jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Îtîfaqa AKP-MHP’ê ji ber sedemên bîrdozî û polîtîk êrîşên herî mezin li dijî destkeftiyên jinan pêş dixin. Piştî peymana Stenbolê niha çav berdaye mafê nafaqayê. Dixwazin jinan ji qada civakî dûr bixin û di malê de hepis bikin. Em jî li dijî van politîkayan em ê berxwedana li kolanan pêş bixin. Xebatên 8’ê Adarê dê bi vî ruhî bên amadekirin.”     XEBATÊN ÎTÎFAQÊ    Meclisa HDP’ê li ser xebatên îtîfaqê jî rawestiyan û wiha dewam kir: “Em ê hesabê bêyî HDP’ê xera bikin. HDP, yekîtiya têkoşînê û xeta sêyemîn esas digkire. Dixwaze bi mezinkirina rêya sêyemîn ebatên îtîfaqê peş bixe.  DIVÊ OCALAN BI AXIVE    Di encamê de niqaşên li ser Birêz Ocalan û meseleya kurd tên kirin, nezîkatiya herdu blokan a dûrî çareseriya demokrasiyê nişan dide.  Ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe divê Abdullah Ocalan azad bibe. Tecrîda mûtlaq bi dawî bibe. Divê li şûna Ocalan kesên din neaxivin. Divê Ocalan bi xwe biaxive. Axaftina li şûna Ocalan fêdeyê nade tu kesî. Divê tecrîd bi dawi bibe. Ocalan bi xwe derkeve bi axive.    BERXEWADAN 8’ê ADARÊ    Ji bo sala 2022’an bibe sala serkefitnê, em ê bi hêz û ruhê 8’ê Adarê û 21’ê Adarê ji niha de têbikoşin. Bila şik û gumana tu kesî tune be dê têkoşîna 8 û 21’ê Adarê dê dawî li zimla AKP-MHP’ê bîne.