Li kongreya Dersimê HDP'î li eywanê bi cih nebûn 2022-02-06 12:46:10   DERSIM  - Di 4'emîn Kongreya Bajar a HDP'ê ya Dersimê de HDP'î li  eywanê bi cih nebûn.    Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Dersimê, bi dûrişmeya "Seba cuyêka rexîstinkerda pêro pîya” 4'emîn Kongreya Bajar li Eywana Konferansê ya Şaredariya Dersimê li dar dixe. Ji ber tevlîbûna zêde HDP'î li  eywanê bi cih nebûn.   HDP'iyên ciwan ji avahiya HDP'ê ya bajar bi meşê hatin eywanê. Di meşê de ciwanan dûrişmeyên mîna "Bijî berxwedana zindana" û "Jin jiyan azidî" berz kirin. Li ber eywanê stran gotin û govend gerandin. Piştî gerandina govendê bi dûrişmeyan ketin eywana kongreyê. Ciwan ji aliyê kesên li eywanê ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.    Li eywana kongreyê parkarteke ku wêneyên siyasetmedarên HDP'î yên girtî li ser hat daleqandin. Parlamenterên HDP'ê û endamên Meclisa Şaredariya Dersimê yên HDP'î jî di nav de endam û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên derdorê, nûnerên Baroya Dersimê, Şaredariya Dersimê, partî û rêxistinên sivîl ên Dersimê tevlî kongreyê bûn. Her wiha Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, Yekitiya Odeyên Esnaf û Seneetkaran û gelek sendîkayan jî tacagul şandin kongreyê.    Kongreyê bi axaftina vekirinê ya ji aliyê Endamê Meclisa Partiyê yê HDP'ê Nesîmî Aday dest pê kir.    Piştî axaftina Aday hunermend Hasan Alî derket ser dikê û stranên bi kirmanckî got.