Beştaş: Dê rê li pêş hîleyên hilbijartinê re vekin' 2018-02-26 09:36:03 ÎZMÎR - Wekîla HDP'ê ya Edeneyê û endama Komîsyona Makeqanûnê Meral Daniş Beştaş, pêşniyar qanûna hevkariya hilbijartinê ya di navbera AKP û MHP'ê de wekî "peymana berjewendiyên danûnstandinê" pênase kir û referanduma 16'e Nîsanê bi bîr xist û got: "Dê heta dawiyê derî ji hîleyên hilbijartinê re vekirî bihêlin." Ji bo hilbijartinên giştî û serokomariyê yên 2019'an, di navbera AKP û MHP'ê de xebateke hevpar tê meşandin û di pêşniyara qanûnî ya ji 26 madeyan pêk tê de guhertin girîng, rojên borî pêşkêşî TBMM'ê kirin. Pêşniyara qanûnî ya ku wekî "hevkariya serokomar" tê pênasekirin, der barê naveroka wê de nîqaş dewam dikin.    Wekîla HDP'ê ya Edeneyê û endama Komîsyona Makeqanûnê Meral Daniş Beştaş, pêşniyara qanûnî rexne kir û diyar kir ku pirsgirêkên bên nirxandin pir zêde ne. Beştaş got ku wekî ku pirsgirêkên Tirkiyeyê tune ne, protokola hevkariya hilbijartinê û pêşnûmeya qanûnî xistine rojeva welat û ev tişt got: "Efrîn, pêkanîna cilên yek tîp, zextên di siyaseta navxweyî de li dijî partiya me pêk tên, girtin, cezakirin û bê navber operasyonên li dijî rêveberên wan pêk tên û dixwazin HDP'ê ji derveyê siyasetê bihêlin. Her du partiyên li Meclisê bînin asta du partiyan. Lê ruxmê hemû êrîşan bi ser neketin."   ‘JI BO BERJEWENDIYÊN XWE TÊN GEL HEV'   Beştaş tiştên heta niha der barê Erdogan û MHP'ê de gotine bi bîr xist û wiha axivî: "14 salan gotin ku em li dijî hevkariyê ne. Ji sala 2002'yan vir ve bi tena serê xwe desthilatdarin. Lê li gorî anketên ku çê dikin, dibînin ku dê bi tena serê xwe nebin desthilatdar, serokatiyê bi dest naxin, xwe bi MHP'ê ve pîne kirin. Pêwîstiya wan bi hev heye. Çiye pêwîstiya wan, MHP'ê ji binê bendavê rizgar bikin, Tayyîp Erdogan bikin serok û desthilatdariyê bi tevahî teslîmê wan bikin. Ev di heman demê de danunstandineke."   Beştaş derbirî ku bi zextan dixwazin dengên tên bikaranîn li ser xwe binvîsin û referanduma 16'ê Nîsanê bi bîr xist: "Dê wekî serokê lijneya sindoqan peywirdarên AKP û MHP'ê bi cih bikin û pûsûlayên dengan ên bê mohr bidin qebûlkirin. Dê heta dawiyê derî ji hîleyên hilbijartinê re vekirî bihêlin."   Beştaş da zanîn ku ew wekî HDP'ê dê di vê der barê de li Komîsyona Meclisê û Komîsyona Makeqanûnê de li dijî vê qanûnê têkoşîneke çalak bidin meşandin.   MA / Rûken Demîr