HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive 2022-02-15 16:06:42 ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku armanca ji komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi ser neketiye û wiha got: “Bi axaftina Ocalan re dê derfetên çareseriya demokratîk û muzakereyan jî xurtir bibe.”  Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 23’yemîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi ser navê “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, di zûtirin dem de tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin” daxuyaniyeke nivîskî weşand.    HDP’ê diyar kir ku bi saya têkoşîna gel û sekna Ocalan, komploya navneteweyî negihiştiye armanca xwe û ev tişt parve kirin: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîbûna Tirkiyeyê, divê di zûtirin dem de tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, divê birêz Ocalan fikrên xwe bi raya giştî re parve bike. Her ku Ocalan diaxive, derfeta çareseriya demokratîk û mezakerayan jî dê bihêztir bibe.”    ‘DAXWAZA AZADIYÊ HEDEF HAT GIRTIN’   Di berdewamê de jî HDP’ê destnîşan kir ku di serî de DYA, hêzên navdewletî 23 sal berê bi komployekî Ocalan radestî Tirkiyeyê kirû daxuyanî wiha domand: “Bi Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Ocalan re daxwaza aştî, edalet û azadiyê ya gelê kurd hedef hat girtin. Lewma 15’ê Sibat, roja hedefgirtina daxwaza azadiyê, hebûn, pêşeroj û dîroka gelê kurd e.”    ‘ARMANCA JI KOMPLOYÊ TÊK ÇÛ’   HDP’ê da zanîn ku armanca ji komployê, bi saya têkoşîna gelan û sekna Ocalan bi xwe ser neketiye û wiha hat gotin: “Her ku têkoşîna demokrasiyê ya gelên erdnîgariya kurdan, Tirkiye û Rojhilata Navîn xurt dibe û cîhan pê dihese, desthilatiya AKP-MHP’ê jî siyaseta xwe ya tecrîd, bêedaletî û înkarê bêhtir pêş xist. Ji bo daxwaza aştiyê ya gelên Tirkiyeyê bifetisîne, di vê çarçoveyê de tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan, ji 5’ê nîsana sala 2015’an ve dîsa giran kirin. Bi kûrkirina polîtîkaya tecrîdê re, polîtîkaya tesfiyekirinê ya li dijî hemû hêzên demokratîk û muxalefeta civakî jî pêl bi pêl kûrtir bû.”    'DIVÊ OCALAN FIKRÊN XWE BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE BIKE'   HDP'ê diyar kir ku tecrîd ji Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê hatiye berbelavkirin û wiha got: "Tecrîd û polîtîkayên ewlehiyê yên neçareserkirina pirsgirêka kurd ên bi israr di nav salan de bedelên giran ên civakî û aborî bi gelên me dane razandin. Di rojên dawîn de xizanî û qrîza aborî ya kûr dibe girêdayî tecrîdê ye. Ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê divê demildest tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rabe. Nêzikbûna Serokê Giştî yê AKP'ê ya li gorî berjewendî û dengan nayê qebûlkirin. Bêyî ku dem bê windakirin divê teqez tecrîda li Îmraliyê bê dawîkirin û ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd birêz Ocalan fikrên xwe bi raya giştî re parve bike. Bi axaftina Ocalan re wê derfetên muzakere û çareseriyê bihêztir bibe."   'EM JI TENDURISTIYA OCALAN BI FIKAR IN'   HDP'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser fikarên derbarê ewlehî û tenduristiya Ocalan derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Girtîgeha Îmraliyê, ji şeklê revandina wî heta şertên girtina wî ya li Îmraliyê çala reş a hiqûqa navneteweyî ye. Bi taybetî di salên dawîn de cezayên dîsîplînê yên bêdem ên li birêz Ocalan tên birîn, bingeha sîstematîk a îşkence û dijminatiyê nîşan didin ku em dikarin weke 'cezakirina di nava ceza de' pênase bikin. Em di nava van şertên tecrîda giran de û li cihekî ku hiqûq lê hatiye sekinandin, ji şert û mercên tenduristî û ewlehiyê yên birêz Ocalan bifikar in."   BANGA TÊKOŞÎNÊ   Di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna ji bo parastina rûmeta siyaseta demokratîk û hêviya aştiyê ye û bang li hemû saziyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî yên dixwazin li Tirkiyeyê hêza demokrasî û siyasetê biparêzin kir ku li dijî tecrîdê têbikoşin.