Temellî: Paradîgmaya ku pergala şer hilweşîne li Îmraliyê ye 2022-02-26 14:58:37 BEDLÎS - Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, diyar kir ku pergala kapîtalîst, pergala şer e û wiha got: “Paradîgmaya ku vê pergalê hilweşîne li Îmraliyê ye.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Tetwanê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li eywaneke li navçeyê pêk anî. Li eywana ku bi alên HDP’ê hat xemilandin ve wêneyê Denîz Poyraza di êrişa li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da û pankartên “Niha dema ciwanan e” û “Ji bo azadiyê em xwe bi rexistin dikin” daliqandin. Parlementerên HDP’ê Mahmût Celadet Gaydali û Sezaî Temellî, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û bi sedan welatî beşdarî kongreyê bûn.    Kongreya bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan, hat kirin dest pê kir. Hevserokê HDP’a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn ê ewilî axivî, bal kişand ser politikaya siyasî ya diqewime û yekitiya têkoşînê dest nîşan kir.    ‘NATO RÊXISTINEKE ŞER E’   Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî yê di kongreyê de axivî, bal kişand ser şerê li Ûkraynayê diqewime û wiha got: “Şer li her derê nebaş e. Şer êş û xizaniyê tîne. Li ku derê be bila bibe em ji şer re dibêjin na. Li Ûkraynayê sivîl dimirin. Çawa ku em li dijî Pûtîn derdikevin em ê li dijî NATO’yê jî derkevin. NATO, rêxistineke şer e. NATO, hewl dide şer li gelan ferz bike û belav bibe.”   ‘LI HER DERÊ JI ŞER RE BÊJIN NA’   Temellî, diyar kir ku di pergalên otorîter de şer heye û wiha berdewam kir: “Pergala Ergodan jî otorîter e û pergala yek zilamî ye. Bi ferzkirina şerê li gelên Rojhilata Navîn hewl dide li ser piyan bisekine. Gelên Tirkiyeyê li Ûkraynayê ji şer re dibêjin na. Li Rojava jî li Efrînê jî li Başûr jî ji şer re bêjin na. Em li her derê ji şer re dibêjin na.”   ‘PARADÎGMAYA KU PERGALÊ HILWEŞÎNE LI ÎMRALIYÊ YE’     Temellî, diyar kir ku desthilata AKP’ê li ser dijminatiya kurdan hewl dide li ser piyan bimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aştiyeke li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk were bi dawî bûna polîtîkayên şer pêkane. Mafên gelan ê ku şarenûsa xwe tayîn bikin heye. Paradîgmayeke ku vê pergalê hilweşîne heye ew jî li Îmraliyê ye. Heta ku tecrîda li Îmraliyê neyê hilweşandin ne pekane ku mirov pergalake nû ava bike. Tecrîdê rakin em hemû ji van zextan xelas bibin. Pergala kurewî li Rojhilata Navîn xetimî ye. Hewl tê dayîn li Rojhilata Navîn hêviya gelan were tune kirin. Rêya aştiyê di muzakereyan de derbas dibe. Tişta ku birêz Ocalan ji me re hewl dide vebêje eas rêya aştî û demokrasiyê ye. Ev jî rêya 3’yemîn e. Ev rê wê qeyrana li Sûriyeyê çareser bike.”   ‘EM LI DIJÎ NIJADPERESTIYÊ DERKEVIN’   Temellî diyar kir ku wê têkildarî xistina parlementeriya Semra Guzel a HDP’î wê roja Sêşemê li Meclîsê deng bên dayîn û ev bang kir: “Werin em hemû bi hev re li dijî nijadperestî û cihekariya pergal li me ferz dike derkevin.”   ‘EM Ê DI VÊ RÊYÊ DE BIMEŞIN’   Temellî rewşa girtiyên nexweş bi bîr xist û wiha pê de çû: “Heke hûn li dijî tundiya li girtîgehan bêdeng bimînin wê ew tundî were we bibîne. Di kesayeta Aysel Tûglûk de ji bo hemû girtiyên nexweş bên dermankirin em li dijî vê pergalê derkevin. Wê demê wê welat ji tecrîdê xelas bibe, müzakere pêk werin, aştiyeke bi rûmet û demokrasî were. Rêya me ev rê ye. Em meşa xwe ya di vê rêyê de bidomînin. Bila dost û dijmin hemû bizanin ku em ê serbikevin.”   ‘VÎNA GEL LI AVAHIYAN BI CIH NABE’   Temellî, bal kişand ser polîtîkayên ser girtina HDP’ê jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hewl didin HDP’ê bigirin. HDP gel e, ya ku tu bigirî avahî ye. Lê vîna gel li avahiyan bi cih nabe. Hêza vî gelî li qadan bi cih nabe. Hey gêjo tu çi digirî. Em bi biryarên em ê vê faşîzmê hilweşînin. Rêya me rêya sêyemîn e em ji vê rêyê venagerin.”   Piştî axaftinan Mûrat Şahîn û Ceyda Tûncer weke hevserok hatin bilbijartin.    Kongre, bi govenda bi stranên ku hunermendê NÇM’ê Mervan Tan gotin, hat gerandin bi dawî bû.