Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin 2022-03-02 16:06:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Rakirina parêzbendiya parlamentera HDP’ê Semra Guzel, li gelek bajaran hate protestokirin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, rakirina parêzbendiya Guzel weke dijminatiya desthilatdarî û partiyên muxalefetê ya li dijî kurdan pênase kir.  Rakirina parêzbendiya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel, li gelek bajaran bi daxuyaniyan hate protestorkirin.    MÊRDÎN    Di vê çarçoveyê de li pêşiya HDP’a Mêrdînê bi beşdariya Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, rêveber û endamên partiyê daxuyaniyek hat dayîn. Di adxuyaniyê de pankarta “Semra Guzel parlamentera gel û vîna jinan e” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de Ebrû Gunay diyar kir ku ji sala 1994’an heta niha, di nava 28 salan de desthilatdarî û partiyên muxalefetê guherîn lê belê dema mijar dibe dijminatiya kurdan, hemû bi hev re bi yekdestî êriş dikin û îradeya gelê kurd xesp dikin. Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.    AMED   Li Amedê jî piştî 2’yemîn Kongreya Awarte ya HDP’a Çinarê, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û gelek endamên partiyê jî amade bûn. Parlamenter Tosun di daxuyaniyê de axivî û got ku wêneyê Guzel, wêneyê vê erdnîgariyê ye. Tosun, destnîşan kir ku kî çi dike bila bike lê jinên kurd dê tu carî serî netewînin. Daxuyanî, bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” bi dawî bû.    ÇALAKIYÊN LI BAJARÊN DIN   Di heman demê de li Êlih, Sêrt, Riha, Wan, Edene, Mêrsîn, Antalya, Hatay û Semsûrê jî bi tevlibûna parlamenter, endam û rêveberên HDP’ê daxuyanî hatin dayîn û biryara rakirina parêzbendiya parlamenter Semra Guzel hate şermezarkirin.