Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e 2022-03-04 09:58:44 AMED - Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altun diyar kir ku di demên pêş de rojeva wan a sereke dê bibe azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.    Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, weke sedema bingehîn a neçareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî yên Tirkiyeyê tê nîşandan. Tevî hemû bertekan jî tecrîda li ser Ocalan biisrar tê domandin. Ocalan ku destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi malbata xwe re axaftineke kin kiribû. Têkildarî mijarê, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Hayrettîn Altun axivî û da zanîn ku yek ji rojevên wan ên sereke, tecrîda li ser Ocalan e û dê ji bo vê rojevê di her qadê de xebatan bikin.      DAXWAZA HEVPAR   Altun, anî ziman ku daxwaza ji bo azadiya Ocalan zêde dibe û nayê qebûlkirin ku di rewşekî wiha de tecrîd bê girankirin. Altun, da zanîn ku israra di tecrîdê de, bingeha xwe ji neçareserkirina pirsgirêka kurd digire û wiha domand: “Hemû derdorên demokrat ên Tirkiyeyê jî dixwazin ku Ocalan bê berdan. Lê belê dewlet di neçareserkirina vê pirsgirêkê de israr dike. Hêzên navdewletî jî vê tecrîdê erê dikin. Perspektîfên ku Ocalan pêş xistine, zêde bi xweşiya van hêzên serdest naçe. Ji ber ku ev perspektîf, li pêşiya hêzên ji aloziya Rojhilata Navîn sûd digirin, astengî ye. Ev hêzên behsê xeberê, Ocalan ji bo xwe weke astengiyekî dibînin. Fikra Ocalan a konfederalîzma demokratîk, dê dawiyê li van hêzên serdest bîne.”   ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN    Di berdewamê de Altun diyar kir ku têkoşîna gelê kurd a îro, bingeha xwe ji nêrînên Ocalan digire û wiha pê de çû: “Ji bo ku ev nêrînên Ocalan nekevin meriyetê, polîtîkayên cuda tên meşandin. Yek ji van rêbazan jî tecrîd e. Lê vê tecrîdê, desthilatdariya AKP û MHP’ê ber bi aloziyeke mezin ve bir. Polîtîkaya wan, welêt ber bi têkçûna aboriyê ve bir. Ji bo jiyaneke demokratîk a li Tirkiyeyê, divê teqez tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Ji ber ku bingeha pirsgirêkan ev e. Ji pereyê bo şer tê xerckirin heta pirsgirêkên li girtîgehan, ev pirsgirêke tevek jî girêdayî hev in. Di dema pêvajoya çareseriyê de gelên Tirkiyeyê bi aramî dijiyan. Tecrîd, li pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê astengiyeke mezin e.”    XEBATÊN JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ   Altun got ku di kongreya partiyê ya Enqereyê de jî rojeva sereke tecrîda li ser Ocalan bû û axaftina xwe wiha qedand: “Xebatên me yên ji bo rakirina tecrîdê dê di rojên pêş de jî bidomin. Ji bo rakirina tecrîdê, em ê xwe li taxan birêxistin bikin û bi gel re bikevin nava hewldanê. Bi Newrozê re jî dê ev hewldana me bandorê li hemû qadên jiyanê bike. Bi vê sedemê dê mîtîng bên lidarxistin û meş û çalakî bên kirin. Em ê her qada jiyanê bi vê mebestê birêxistin bikin. Mebesta esasî ya van xebatan dê bibe azadiya Ocalan û em ê daxwazên gel birêxistin bikin. Ji ber ku rojeva gel, tecrîd e.”