Demîrtaş: Biryara der barê Koncayê de zorbazî ye 2017-10-06 12:14:51 ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser biryara der barê xistina wekîltiya Besîme Konca û biryar wekî "zorbazî" nirxand û wiha got: "Hin saziyên darazê dema mijar dibe HDP bazin, mijar dibe AKP jî wekî kivrûşkan tev digerin. Em ê vê yekê bi dîrokê nedin ji bîrkirin." Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, der barê xistina wekîltiya Wekîla HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Demîrtaş di daxuyaniya xwe de got ku "Xistina wekîltiya Birêz Besîme Konca, di warê hiqûq û siyasetê de ji etîkê dûr, tu eleqeya xwe bi rastiyê re tune û zorbazî ye."   Demîrtaş di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Berdevkên ku gel hilbijartiye koalîsyona AKP-MHP'ê bi bêperwayî êrîşê wan dike, ev pêkanînek ku faşîst tenê faşîst dikarin bikin. Piştî Hevseroka m ya Giştî Birêz Yuksekdag, wekîlên me Nursel Aydogan, Faysal Sariyildiz, Tugba Hezer, herî dawî wekîltiya Birêz Besîme Konca hat xistin, ev pêkanîneke ji etîk û siyasetê dûr e û zorbazî ye."   Demîrtaş da zanîn ku heke AKP kesên bi terorê re dirêdayî digere, divê li koma xwe ya Meclisê mêze ke û da zanîn ku hin serdozgerên komarê, wekîlên AKP'ê yên di lîsteya bylockê de, heta banka û rayedarên AKP'ê yên paya bilind bi şêweyekê tên parastin û got ku "Dema mijar dibe HDP dozger dibin baz, dema mijar dibe AKP wekî kirwûşkan tevdigerin."