SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê 2018-03-01 09:23:01 STENBOL - Alîgirê Serokatiya Giştî ya Saadet Partiyê (SP) Bîrol Aydin, diyar kir ku wê tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî civakê neyê û got: "Ne hewceyî gotinê ye, jixwe her tişt li holê ye."  AKP-MHP'ê ji bo hilbijartina 2019'an bi navê "Tifaqa Cûmhûr" li hev kirin. Alîgirê Serokatiya Giştî ya Saadet Partiyê (SP) Bîrol Aydin, tifaqa AKP-MHP'ê nirxand. Aydin, diyar kir ku wekî partî armanca wan a sereke ew e ku, Tirkiye demildest ji vê rewşa heyî xelas bibe û ev yek ne tiştekî ku bi encamên hilbijartinan pêk bê.    Aydin got: "Partiya îktîdarê û MHP'ê hatin gel hev û Tifaqa Cûmhûrê pêk anîn. Ji ber em naqilqil in. Ji bo me ya girîng; çi weadî vî welatî kirine, wê civakê çawa asayî bikin. Wê prisgirêkên polîtîkaya derve, aborî û civakî yên Tirkiyeyê çawa ji holê rabikin, ji bo vê weadên wan çi ne. Yên girîng ev in. Jixwe partiyên siyasî dikarin bên gel hev û tifaqekê çê bikin. Wekî hûn dizanin, AKP û MHP heta duh jî bi awayekî neyekser bi hev re bûn, lê bi vê tifaqê wê bihevrebûna xwe îlankirin. Dibe ku têkildarî tifaqê de di ser me re hesabên wan hebin. Lê em Partiya Saadetê difikirin ku pêdiviya Tirkiyeyê bi nêvengeke normal heye, pêvajoyeke nû heye. Di vê çarçoveyê de çi ji destê me bê em bikin û tev bigerin."    'WÊ EV TIFAQ BI KÊRÎ WELAT NEYÊ'    Aydin destnîşan kir ku pêdiviya welat ne bi cudakirin bi hevgirtinê heye. Aydin bi lêv kir ku hîn ew neketina atmosfera hilbijartinê, lê belê wan di vî warî de hin rêgez û pîvanên xwe bi raya giştî re parve kirne. Aydin got ger partiya îktîdarê nêzî van pîvanên me bibe em ê tifaqê çê bikin û got: "Lê heta niha tifaqeke ku bê kirin nepêkan e."    Aydin, destnîşan kir ku wê tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî welat neyê û got: "Ev herdu partî demeke dirêj e bi awayekî fiîlî bi hev re ne; heta niha çi qasî bi kêrî welat hatibin wê ji niha û pê ve jî ewqasî bi kêr bên. Yanî em dibêjin 'Ne hewceyî gotinê ye, jixwe her tişt li holê ye.' Em wisa difikirin ku wê ev tifaq civakê rihet neke."