Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê 2022-03-30 15:30:51   ENQERE - Partiyên siyasî ku li ser banga HDP'ê ji bo têkoşîna hevpar hatibûn gelhev, ji bo qanûna hilbijartinê daxuyanî dan û qanûnê antîdemokratîk û li dijî hiqûqê dîtin û ev peyam dan: "Em ê li qadê bi hev re têkoşînê mezin bikin û bidomînin."   Partiya Kedê (EMEP), Halkevlerî, Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ku li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûne gelhev, derbarê Qanûna Hilbijartinê ku deshilata AKP-MHP'ê dixwazin biguherînin de daxuyaniyeke hevpar a nivîskî dan. Partiyan, guhertina ku tê xwestin bê kirin antîdemokratîk û li dijî hiqûqê dîtin.   Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:   ''Ev teklîf ku encama wê hewesa partiyên desthilatê ye ku ti desteka civakî li pişt nameye, ji bilî hejarî, bêdadî û tundiyê tiştekî nade civakê û bi lîstikên li ser masê tê xwestin hijmara wekîlan were zêdekirin, wê pirsgirêkên têkilî tevlêbûna pergala hilbijartinê ku jixwe ne demokratîk e, problemên wekhevî, dad û kontrolê girantir bike. Antîdemokratîk e û derî hiqûq e.   Vê teklîfê careke dî nîşan daye desthilata ku ji bo problemên rastîn ên civakê ti gavê navêje, dema ku mijar kursiyê wan be çawa kêferatê dikin.   Bêrîhiştina serokkomarê partîzan ê ji qedexeya hilbijartinê, terikandina peywirstandinê ya dadgerên biqidêm ên di destêyên hilbijartinê yên navçe û bajaran de û domdariya pergala bendê tîne, li dijî xalên 10'an, 37'an û 67'an a Destûra Bingehîn e.   Em yên ku ji qadên cihê yên têkoşîna civakî, ji bo parastina azadî, wekhevî, demokrasî, aştî, ked, dad, wekheviya zayendiya civakî û ekolojiyê biparêzin hatine cme hev, vê teklîfa qanûnê ku bi hevkariya AKP-MHP'ê tê xwestin were sazkarkirin qebûl nakin.   Partiyên desthilatê ku pişta xwe didin hijmara demkî ya li Meclîsê û bi vê dixwazin vê qanûna antî-demokratîk derbasbikin, wê nikaribin ziyaneke kiçik jî bidin vîna me ya têkoşîna hevpar. Berevajî, em ê bi hev re di berjewendiya gelê xwe e li her qadê bi hev re têbikoşin.   Em careke din bang li hemû welatiyan dikin ku li dijî polîtîkayên dijminane ya deshtilatê û lîstikên wan ku dixwazin hilbijartinê bêewle û bêdad bikin vedîxwînin têkoşîna hevpar."