Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin 2022-04-04 10:33:26 ENQERE - Di Doza Kobanê de hin gilîkerên ku li bajarên cuda bi telîmatê îfadeyê wan hatiye girtin di pergala ÛYAP'ê de bêyî ku dozname bê vekirin beyanên wan hatine girtin. Parêzer Alî Bozan, derbarê mijarê de ev tişt got: "Dema ku em bêusûliyên dadgehê tînin ziman dibêjin, 'hûn ê îtîrazên xwe li dadgeha bilindtir bikin'. Qebûl dike ku bêusûliyê dike."  Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên şermezarkirinê yên 6-8'ê cotmeha 2014'an ên li dijî êrişa DAIŞ'ê ya ser Kobanê Hevserokên Giştî yên berê û endamên Lijneya Birevebirina Navendî ya  HDP'ê ji di nav de li 10 siyasetmedaran hatibû vekirin, bi danişîna koma 11'emîn berdewam dike. Di danişînan de careke din parêzeran got ku divê gilîker bi awayekî bêusûl bi telîmatê neyên guhdarîkirin. Hat angaştkirin ku di hin beşên beyanên gilîkeran ku bi telîmatê hatine girtin û ketine dosyaya dozê de doznameya 3 hezar û 530 rûpel û zêdetirî hezar zêdekên wê hatine xwendin. Di hin kesan de jî bêyî ku dozname bê vekirin îfadeyên gilîkeran hatine girtin. Di beyanên 3 gilîkerên ku hê nû ketine dosya dozê de jî careke din derket holê ku hewl tê dayîn dosya bi lez û bez û bêhiqûqî bê qedandin.    HEM DOZNAME HEM JÎ ZÊDEKÊN WAN HATINE XWENDIN   Doznameya ku hê ji aliyê 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ve bi temamî nehatiye xwendin, di girteka îfadeya U.Y ku îfadeya wî li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Osmaniyeyê hatiye girtin de hatiye gotin ku dozname û zêdekên wê hatine xwendin. Di heman demê de gilîker, di îfadeya xwe de gotibû ku 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê lê geriyaye.    BÊYÎ KU DOZNAMEYÊ BIZANIBE GILÎ KIRIYE'   Di girteka îfadeyê ya gilîker M.A. ku bi telîmatê îfadeya wî li 2'yemîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Tetwanê hatiye girtin de jî nehatiye diyarkirin ku dozname hatiye xwendin an na. Dîsa li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê dadgerê ku bi telîmatê îfade girtiye di girtekê de ev tişt gotiye: "Ji ber ku dozname di pergala ÛYAP'ê de venebûyte nehat xwendin." Di doznameya ku nehatiye xwendin de E.K. ku weke gilîker îfadeya wî hatiye girtin giliya siyasetmedarên tên darizandin kiriye.    Ji parêzerê Doza Kobanê Alî Bozan, israra guhdarkirina dadgehê ya gilîker û şahidan û asta ku doz hatiyê nirxand.    'TIŞTA DADGEH DIKE LI DIJÎ HIQÛQÊ YE'   Parêzer Bozan, diyar kir ku li gorî Qanûna Cezaya Mihakemeyan (CMK) gilîker û şahid piştî ku parastina kesên tên darizandin bi dawî bibe dikarin bên guhdarîkirin û wiha got: "Lê rexmî vê jî 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ji dadgehên cuda yên bajar û navçeyan re telîmatan dinivisîne. Tişta ku dadgeh dike li dijî hiqûqê ye. Me her car vê anî ziman û xwest ku dev ji vê biryara xwe ya navberê berde. Lê ji ber zexta siyasî ya li ser xwe dadgehê bêusûliyê berdewam kir. Di dosyayê de zêdetirî 2 hezarî de gilîker/mexdûr hene. Ji bo girtina îfadeyê wan bi telîmatê dadgehên bajarên cuda îfadeyê wan digirin. Lê îfadeyê wan li dijî usûlê tê girtin. Li gorî usûlê dema ku îfadeyê kesekî bê girtin divê dozname jê re bê xwendin û an jî jê re bê kurtekirin. Lê em dibînin ku gelek dadgehan gotiye li ser ÛYAP'ê dozname venabe û rexmî vê jî îfadeyan girtine. Ev li girtekan jî hatine nivîsandin. Ne pêkan e ku dozname di rojekê de bê xwendin. Lê hin dadgehan gotiye ku dozname hatiye xwendin. Asta ku gihîştiyê dosya êdî ji dosyayê derketiye."   'BÊHIQÛQIYÊ QEBÛL DIKE'   Bozan, da zanîn ku daxwazên wan ên ji bo devjêberdana gilîkeran ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin û derbarê mijarê de ev tişt got: "Em daxwaz dikin ku gilîker li dadgeha ku darizandin lê tê kirin bên guhdarîkirin. Em dizanin ku gilîkerên ku li dadgehê tên amadekirin an jî bi SEGBÎS'ê tên guhdarîkirin û em pirsan ji wan dikin hema bibêje bi temamî dev ji giliya xwe ber didin. Heta welatiyekî berdana siyasetmedaran xwest. Rexmî ku me bi bêusûlî û bêhiqûqiyan bi girtek û delîlan daniye holê jî dadgeh girtina îfadeyên şahid û gilîkeran didomîne. Ev ji ber zexta desthilata siyasî ye. Bi awayekî zelal dibêjin, 'demildest vê dadgehê biqedînin û ceza bidin siyasetmedarên HDP'î'. Dema ku em bêusûliyên dadgehê tînin ziman dibêjin, 'hûn ê îtîrazên xwe li dadgeha bilindtir bikin'. Qebûl dike ku bêusûliyê dike."    LÊPIRSÎNA ATADEDELER   Di berdewamê de Bozan, bal kişand ser angaştên derbarê serokê berê yê dadgehê Bahtiyar Çolak û daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Dewlet Bahçelî û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û axaftina xwe wiha domand: "Bihiqûqî û gumanên ser dosyayê bi angaştên ku derbarê serokê berê yê dadgehê Bahtiyar Çolak de derketin holê bi delîl bûn. Berî ku derbarê Çolak de lêpirsîn bê destpêkirin me li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) giliya wî kir. Îro Çolak ku me giliya wî kir di lêpirsîna 'Atadedeler' de hatiye binçavkirin, li mala wî lêgerîn hatiye kirin û derbarê wî de biryara hefsa malê hatiye dayîn. Bifikirin serokê dadgehekê ku bi mehan darizandinê kiriye û azadiya mirovan bi sînor kiriye mirovê duyemîn ê çeteyekê dertê. Dema ku doz hat qebûlkirin Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî rabû daxuyanî da û banga girtina HDP'ê kir. Çawa ku darizandinê dest pê kir Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bi dîmenek 3 deqe û 45 saniye bi awayekî ku zextê li dadgehe bike parlamenterên me hedef nîşan da. Îro jî tê angaştkirin ku çeteya Çolak mirovê wê yê duyemîn e bi agahiya Bahçelî û Soylû hatiye avakirin."   'KIRARIYÊN ÇOLAK DI HIKMÊ TUNEBÛNÊ DE NE'   Bozan, destnîşan kir ku lêpirsîna derbarê Çolak de tê birêvebirin ne lêpirsîneke hêsane û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de divê ku Doza Kobanê bê rawestandin. Kirariyên ku serokê dadgehê yê niha ki ber karên çetetiyê di hefsa malê de ye kiriye di hikmê tunebûnê de ne û nederbasdar in. Piştî vê pêvajoyê diviya ku dadgehê li HSK'ê lêpirsîna Çolak lêkolîn bikira. Dîsa diviya ku lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê Çolak de daye destpêkirin jî  lêkolîn bikira. lê mixabin serokê dadgehê biryara navberê çênekir. Daraza cemaetê di bin navê KCK'ê de bi deh hezaran kurdî û muxalîfî girt û ceza li wan birî. Kesên ku van cezayan birîn endam û rêveberên rêxistineke ne qanûnî derketin. Lê bi biryarên ku van kesan dane bi hezaran kurd ji dozên KCK'ê girtî ne. Îro jî rêxistineke ne qanûnî ku Çolak mirovê wê yê duyemîn e mijara gotinê ye. Derbarê vê rêxistinên de angaştên micid hene. Tê angaştkirin ku li derveyî welat mesayan ava kiriye û komên wê yên Whatsappê hene. Lê kirariyên ku Çolak kirine derbasdar in. 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê jî li kirariyên bêusûl ên beriya niha xwedî derdikeve."   MA / Berîvan Altan