Sancar: Em ê vê pergala desthilatdariyê teqez biguherînin 2022-04-05 16:08:24   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser daneyên enflasyonê yên di demên dawî de hatine parvekirin û wiha got: “Dema me têkoşîna heq û edaletê û têkoşîna kar û azadiyê kire yek, wê demê em ê vê pergalê biguherînin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de axivî. Sancar ji ewil 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran pîroz kir û got ku zextên li ser parastinê têne kirin, encama polîtîkaya têkbirina edaletê ye.    Di berdewamê de Sancar anî ziman ku her devera welêt veguheriye dojehekê û wiha domand: “Di nava gel de em baş dibînin bê ka ev agir gel çawa dişewitîne. Li her deverê xizanî û hejarî heye. Ev yek, encama polîtîkayên zanebûn ên desthilatdariyê ne. Ji ber ku ev desthilatdarî çavkanyên welêt ne ji bo gel lê ji bo sermayedaran xerc dike. Di encama polîtîkayên desthiladariyê de xelkê me her ku diçe bêhtir xizan û hejar dibe. Di nava 20 salên dawî de enflasyon tu carî ewqas zêde nebûbû. Li efnlasyon tenê bi reqeman nayê vegotin. Rastiyeke biêş a jiyanê ye. Tirkiye li dinyayê di rêza duyemîn de ye. Enflasyon tê wateya perîşebûna gel û û zêdekirina zeman. TUÎK ku di bin kontrola desthilatdariyê de ye her çiqas enflasyonê weke ji sedî 61 diyar bike jî, ENAG dibêje ku bi ser ji sedî 140’ê ye. Anku em sê qat zêdetir xizan bûne.”   ‘ÇAVKANIYAN BO ŞER XERC DIKIN’   Bi domdarî Sancar da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê çavkaniyên welêt ji bo şer, talan, rant û kedxwariyê bi kar tîne û wiha domand: “Sedema xizaniya mezin a li welêt jî ev e. Lê beşek heye ku her ku diçe dewlemendtir dibe. Çavkaniyên welêt pêşkeşî komeke çete û sermayedaran hatine kirin. Em dixwazin ku kêmtirîn heqdest dîsa bê sererastkirin û teklîfa qanûnê didin. Em dibêjin ku bila her sê mehan carekî kêmtirîn heqdest bê guherandin. Lê desthilatdarî vê qebûl nake. Êdî nikarin bazirganiya xeyalan jî bikin. Hewl didin bi derew û berovajîkirinê xwe li ser pêyan bigirin. Ev jî ne besî wan e ku yên dengê xwe derdixînin jî digirin.”   ‘EM Ê PERGALÊ TEQEZ BIGUHERÎNIN’   Di berdewamê de Sancar anî ziman ku dema wan têkoşîna heq û edaletê bi têkoşîna ked û azadiyê re kire yek, wê demê dê pergala heyî teqez biguherînin. Sancar, destnîşan kir ku desthilatdarî jî ji vê yekê ditirse û wiha pê de çû: “Sedema efnlasyona bi sê reqeman diyar e. Sedema wê nebûna demokrasî, hiqûq û edaletê ye. Em jî dê vê pergalê biguherînin. Ji bo vê guherînê jî hem baweriya me û hem jî hêza me heye. Ev rê, Rêya 3’yemîn e. Rêya me rêya edalet, demokrasî, aştî û azadiyê ye.”    ‘REWATIYA ME JI MAFDARIYA ME TÊ’    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku her ku HDP Rêya 3’yemîn xurtir dike, hêviya bindestan, kedkaran û hêzên demokrasiyê jî xurtir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê teqez bi ser kevin. Qadên Newrozê nîşaneya vê rastiyê ye. Kongreyên me û kolan nîşaneya vê ne. HDP di nava gel de ye û ji bo gel dixebite. Dê di encama van xebatan de tifaqeke demokrasiyê ya mezin bê avakirin û teqez bi ser keve. Hewcehiya me bi lûtfa kesekî nîne ku me vexwînin ser maseyên xwe. Hewcehiya me bi kesekî nîne ku me rewa bibînin an jî nebînin. Rewatiya me ji mafdariya me tê. Vê rewatiyê em ji gelê xwe û ji qadan digirin. Em ê hem desthilatdariyê têk bibin û hem jî pergala ku vê desthilatdariyê xweyî dike biguherînin.”    ‘HEYA ME JI MEBESTA JI DOZÊ HEYE’   Mîthat Sancar, daxuyand ku desthilatdarî bi kompasên cuda hewl dide rêya wan bigire û ev nirxandin kir: “Vaye Doza Kompasê ya Kobanê li Sîncanê didome. Her roj rezalet derdikeve holê. Serokê dadgehê ji ber çetetiyê ketiye ber lêpirsîne, hatiye binçavkirin û ceza lê hatiye birîn. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide bê ka dozeke kompasê ye. Em baş pê dizanin bê ka kîjan hêz li pişt vê dozê ne û bi çi armancê dikin. Lê çi dikin bila bikin em ê bêyî dudilî ber bi heqîqet û demokrasiyê ve bimeşin. Rêhevalên me jî li eywanên dagehê vê rastiyê li rûyê wan didin. Hewceye em dengê rêhevalên xwe bêhtir bidin bihîstin. Ev berpirsyariya me ye. Em rexnedayîna xwe didin rêhevalên xwe.”   ‘DOZA KOMPASÊ YE’   Sancar, got ku belgeyên sexte, şahidên nepen, astengkirina mafê parastinê û îşkenceyên di birin û anîna girtiyan de bi xwe nîşan dide ku dozeke kompasê ye û ev tişt anî ziman: “Nizanin dê çi bikin û hemû rê li ber hatine girtin. Ev kesên bêar, durû ne û xala wan a hevpar jî bêwijdanî ye. Di dîrokê de gelek zaliman xwest bi vê rêyê xwe bigihînin encamê lê her gavê kesên berxwedêr bi ser ketin. Encama vê dozê jî cudatir nebe. Em silavên xwe ji bo rêhevalên xwe yên li ber xwe didin dişînin.”   ‘GEL DIZANE BÊ KA ALTERNATÎF KÎ YE’   Bi domdarî Sancar bertek nîşanî helwesta partiyên muxalîf a li hemberî Doza Kompasê ya Kobanê da û wiha dom kir: “Tevî hîle, derew, dek û dolaban jî bertekekî micid nîşan nadin. Di serdemeke ku ewqas bêedaletî, neheqî, talan, derew û şer de heke hûn bi wêrekî û ji dil tevnegerin, dê nekarin baweriya gel bi xwe bînin. Hemû kes baş pê dizane ka hêza alternatîf kî ye. Alternatîf, HDP ye ku aştî, demokrasiya xurt, edalet û aştiya mezin dixwaze. Em ê bi hêzên demokrasiyê re vê alternatîfê hîn mezintir bikin. Heke partiyên muxalîf bixwazin bibin alternatîf, ji ewilî divê xwe ji zîhniyeta desthilatdariyê xelas bikin. Rêya alternatîf, Rêya 3’yemîn e. Demokrasî, azadî û wekhevî di vir de ye.”   DOLMABAHÇE BI BÎR XIST    Di berdewamê de Sancar qala Mutabeqeta Dolmabahçeyê kir û wiha got: “Di Mutabeqeta Dolmabahçeyê ya di 28’ê Sibata 2015’an de hêvî hebû lê desthilatdariyê ev hêvî tune kir. Tenê bi tunekirina vê hêviyê re bisînor nema, her wiha şerekî giran da destpêkirin. Rûxîneriya ji ber wî şerê giran li holê mayî pêşçav e. Girîngtirîn sedema têkçûna rewşa heyî ya welat, ev polîtîkaya şer e. Niha hewl didin di navbera Rûsya-Ûkraynayê de rola qasidiyê li xwe bigirin. Lê desthiladariyeke ku polîtîkaya şer dimeşîne, nikare vê rola xwe bi kesekî bide bawerkirin. Li rexekî şer dike û li rexa din jî hewl dide xwe weke kevoka aştiyê nîşan bide. Weke em her carê dibêjin, armanca me ya esasî aştî ye. Dê tevgera me ya aştiyê pêşî li ber şerê li welêt bigire, piştre li herêmê aştiyê pêk bîne.”    ‘EM LI DIJÎ DAGIRKERIYA LI EFRÎNÊ NE’    Sancar, daxuyand ku dê desthilatdarî nekarî hewldanên xwe yên bo aştiya di navbera Rûsya-Ûkraynayê de ji bo erêkirina polîtîkaya xwe ya şer bi kar bîne û wiha derbirî: “Ji bo ku nekare jî divê em tevgereke aştiyê ya mezin ku di asta cîhanê de ava bikin. Yek ji armancên esasî ya tifaqa demokrasiyê jî ev e. Em ê ji şerê li her deverê re bibêjin na. Ne tenê li Ûkraynayê lê em ê li Efrîn û Rojava jî li dijî şer derkevin. Divê em aştî û edaletê ji bo her deverê bixwazin. Ne tenê ji bo cihekî. Nexwe dê ev yek bibe durûtî. Rêya 3’yemîn dê aştiya mezin bîne vî welatî. Lewma jê ditirsin û hedef digirin. Lê çi dikin bila bikin em ê dev ji rêya xwe bernedin. Ji bo vê çi pêwîst bike em ê bikin. Dê bi HDP’ê re aştiya mezin, demokrasî, edalet û azadî bê vî welatî.”    1’Ê GULANÊ   Sancar di berdewamê de bal kişand ser 1’ê Gulanê û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê qadên 1’ê Gulanê jî bi ruhê Newrozê, bi ruhê Rêya 3’yemîn û bi israra xwe tije bikin. Ev ruhe ku rêya wekhevî, azadî û edaletê nîşanî me dide.”