Beştaş cilên Leyla Guven ku girtîgehê qedexe kiribû li xwe kir 2022-04-06 16:45:53 ENQERE - Parlamenter Meral Daniş Beştaş cilên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji aliyê Girtîgeha Xarpêtê ve hat qedexekirin li xwe kir û got: “Îdareya girtîgehê gotiye, ‘em van rengan bernadin hundir’. Gelo dibe ku li welatekî reng bên qedexekirin, nayê qedexekirin.”    Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Desteya Giştî ya Meclisê têkildarî mijarên di rojevê de axivî. Beştaş cilên Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye û îdareya girtîgehê cilên ku qedexe kir û berneda hundir li xwe kir.    Beştaş bi wesîleya Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin rojnamevên hatine kuştin bi bîr anî û got ew li ber rojnamevanên hatine qetilkirin bi hezkirin, rêzdar û minetdarî bejna xwe ditewîne.    GIRTIYA NEXWEŞ OZBEK    Beştaş di Desteya Giştî de rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek anî ziman û wiha got: “Ûr di serê Ozge Ozbek de heye. Berê taloqkirina cezayê wan dan. Lê dîsa jî girtî ye. Tevî ku ji mêjiyê xwe emeliyat bûye, dîsa jî di girtîgehê de ye. Di demek nêz de dê dîsa bê emeliyatkirin. Divê cezayê wê bê taloqkirin. Divê tavilê bê berdan.”    ‘GELO KESK, SOR Û ZER QEDEXE YE?’   Beştaş bal kişand ser rewşa Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven û wiha got: “Cilên Leyla Guven qedexe kirine û destûr nehatiye dayîn bikeve hunduriê girtîgehê. Vaye min van cilan îro li xwe kiriye û li Meclisê me. Nizanim gelo van cilan kesî aciz kir? Cilên li ser min ji aliyê Girtîgeha Xarpêtê ve hatiye qedexekirin. Keça Leyla Guven jê re şandiye. Gotine, ‘Em nikarin cilên bi vî rengî berdin hundir’. Ji bo ku em pêkanîna kêfî û helwesta qedexekar a girtîgehê nîşan bidin, min îro vî cilan li xwe kir. Em ji vir carek din silavên xwe ji rêzdar Leyla Guven û hemû girtiyan re dişînin. Ev cil sê reng in, kesk, sor û zer… Kesk, sor û zer qedexe ye? Gelo dibe ku li welatekî ev reng qedexe be? Nayê qedexekirin. Qedexekirina van cilan bêhiqûqî û rewşa kêfiyetê nîşan dide. Ji bo ku Leyla Guven van cilan şand spasiya wê dikim.”