Sefera aboriyê ya Efrîqayê dê çi encamê bide? 2018-03-03 14:09:52 ENQERE - Li Tirkiye ji ber şerê Efrînê û OHAL'ê nîşana daneyên aboriyê daketin jêr. Qeyrana aborî ku li Tirikye rû da, berê Tirkiye da welatên Efrîqayê. Piştî çavkaniyên aboriyê yên Korfezê têr nekir, AKP ji bo hilbijartina  2019'an xelas bike, li aliyekî fabriqeyan difiroşe li aliyê din ket sefera çavkaniyên aboriyê yên welatê Efrîqayê.  Li Tirkiye OHAL 19 mehin didome. Dîsa şerê li Efrînê 43 rojin bê navber berdewam dike. Ji ber Tirkiye ketiye nava şer û şertê OHAL'ê qirîza aborî di her alî de xwe nîşan dide. Hem di qada bazirganiya navxweyî, hem jî di qada bazirganiya navneteweyî de dane nîşan dide ku aboriya Tirkiye serbijêr bûye. Lîrayên Tirkiye li hemberî Dolar û Euro her ku diçe qîmeta wan kêm dibe. Fabrîqeyên şekir tên firotin. Şîrketên mezin derabeyên xwe datînin. Bi hezaran karker nikarin heqê xwe bistinin û çalakiyan pêş dixin. Ji ber karker betal in û nikarin heqê xwe bistînin agir berdidin bedana xwe. Li aliyê din lêçûna tang, top, bombe, balafir û tangan her diçe zêde dibe. Têkçûna aborî berê Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan da welatên Efrîqayê. Qeyrana aborî ku li Tirikye rû da, berê Tirkiye da welatên Efrîqayê. Piştî çavkaniyên aboriyê yên Korfezê têr nekir, AKP ji bo hilbijartina  2019'an xelas bike, li aliyekî fabriqeyan difiroşe li aliyê din ket sefera çavkaniyên aboriyê yên welatê Efrîqayê.    Erdogan di ziyareta welatên Efrîqa de bi xwe re wezîrên aborî, karsaz, Serokê Meclîsa Îxracatên Tirkiye (TİM) Heyeta Lijneya Têkiliyên Aboriya Derve (DEİK) birin gerê.    Hat diyar kirin ku Erdogan ji bo amadekariya hilbijartina 2019'an dike. Erdogan, ku li aliyekî îtîfaqê ava dike, ji bo hilbijartinê têxe bin garantiyê dest bi lêgerîna aboriyê kir.    JI SÛDANÊ DEST PÊ KIR LI MISIRÊ BERDEWAM DIKE   Welatên Efrîqa ku demek dirêjin welatên mêtînger ên ewropa ne, piştî qiriza aborî li Tirkiye dest pê kir, hikûmeta AKP'ê jî di serokatiya Erdogan de berê keştiya xwe da welatên Efrîqa û ketin rêya lêgerîna çavkaniyên aboriyê. Gera Erdogan da di kanûna 2017'an de bi Sudan, Çad, Tunusê dest pê kir, niha bi gera welatê Efrîqa ya Cezayir, Moritanya, Senegal û Malî didome.    Weki welatên ewropa yên ku aboriya wan xera dibe berê xwe didin welatên Rojhilata Navîn, Tirkiye jî piştî OHAL û Şerê Efrînê ku aboriya wê têk çû berê xwe Efrîqa û rojhilata navîn.    Erdogan ku di gera dawî de gelek karsaz û heyetek mezin bi xwe re bir, hat zanîn ku bi welatên Efrîqa re 2 milyar dolar peyman îmze kiriye.    Serokê Meclîsa Îxracatên Tirkiye (TİM) û Serokê DEİK'ê Mehmet Buyukekşi, her çend diyar kir ku rastî eleqeyek mezin hatin jî bang li fîrmayan dikin ku li Tirkiye kar ava bikin.    TIRKIYE DIXWAZE PARIYEKÎ JÊKE    Hat zanîn ku niha Tirkiye bi welatê Cezayirê 2,5 milyar dolar, li Senegalê re 250 milyon dolar, bi Moritanya de 132 milyon dolar, bi  Mali re 82 milyon dolar bazirganiyê dike. bi taybetî dixwaze bi welatên Efrîqa re li ser hesin, Xaza Xwezayî, Petrol, Zêr, sifir, pembo û sewalkariyê bazirganiyê pêş bixe   Her çend Tirkiye di nava lêgerînê de be jî disa pirsa ev hewldanên Tirkiye dê çiqasî karibe Tirkiye ku OHAL didome û şerê li ser Efrînê didome ji qeyrana aborî rizgar bike tîne aqilan.    MA / Kenan Kirkaya