Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne 2022-04-19 10:58:12 ENQERE - Meclisa Partiyê ya HDP'ê, ji bo êrişa ku li dijî Başûrê Kurdistanê hat destpêkirin got ku yek ji êrişên 40 sal in berdewam dikin û neçareseriyê kûrtir dikine û ev daxuyanî da: "Ev şer ne ji bo selametiya welat ji bo selametiya AKP-MHP'ê ye." Encamnameya, Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 17'ê nîsanê de di bin serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar de li hev civiyabû, hat aşkerakirin. Encamname bi sernavê "Dema mezinkirina HDP'ê û hêviya me ye" hat weşandin. Hat diyarkirin ku civîna PM'ê li avahiya HDP'ê ya Balgatê hatiye lidarxistin.    Encamnameya civîna PM'a HDP'ê de bi kurtayî wiha ye:   "Di pêvajoya ku şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam dike de Tirkiyeyê êrişên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Êrişa ku niha li Herêma Kurdistanê didome yek ji êrişên ku 40 sal in berdewam dikin û neçareseriyê kûrtir dikine. Desthilat, vê êrişê ji bo ser krîz, xizanî û birçîbûnê bigire bi kar tîne. Divê raya giştî û hêzên demokrasiyê vê bi awayekî zelal bibînin. Ev şer ne ji bo selametiya welat ji bo selametiya tifaqa AKP-MHP'ê ye. Welat û Rojhilata Navîn, bi aştiyeke li ser bingeha wekheviya gelan wê bigihîjin aramiyê.    ABORÎ   Li Tirkiyeyê 30 milyon kes bi xetereya birçîbûnê re têdikoşin. 9 milyon kes bêkar jiyana xwe didomînin. Birçîbûn li gel tê ferzkirin. Ev pergal pergala kedxwarî û rantê ye û xwedîkirina diz û alîgiran e. Em ê li dijî vê têkçûnê piştevaniyê civakî bikin; têkoşînê bi hemû xizan, kedkar û karkerên welat mezintir bikin.   TECRÎD   Li Tirkiyeyê astengiya herî mezin a li pêşiya aştiya civakî û demokratîkbûnê tecrîd e. Tecrîda mûtlaq ku li Îmraliyê li dijî birêz Ocalan tê meşandin, di 8'ê Adarê û Newrozê de li qadan bi xwedîderketina vînî ya jin û di serî de gelê kurd gelên Tirkiyeyê hat teşhîrkirin. Di vê çarçoveyê de em bang dikin ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û ji bo ku pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê bê vekirin û Pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin şertên pêwîst bên avakirin. Di vê mijarê de bila gelê me ku di Newrozê de bi awayekî girseyî peyama xwe da bizanibe ku wê HDP bi hemû hêza xwe ji bo tecrîda mûtlaq û çareseriyê xebatên xwe bidomîne.    ÊRIŞÊN GIRTÎGEHAN   Di hedefa zext û êrişên ku tifaqa AKP-MHP'ê li ser tevahiya civakê dimeşînin de girtîgeh hene. Ji bo girtiyên nexweş girtîgehan veguherandine malê mirinê. Hemû mafên girtiyan tên desteserkirin. Weke HDP em ê têkoşîna xwe ya li dijî zextên li girtîgehan bilind bikin.    DOZÊN LI DIJÎ HDP'Ê   Hewldanên kompasê û girtina partiya me ji aliyê tifaqa AKP-MHP'ê ve bi lez û bez didome. Ji bo ku Doza Kompasê ya Kobanê ku ji gelek aliyan ve hatiye têkbirin û kevn bûye ji nû ve zindî bikin gelek rêhevalên me hatin binçavkirin. Paradîgmaya HDP'ê ya demokrasî, wekhevî, azadî, edalet, aştî, biratiyê ji aliyê gel ve tê qebûlkirin. Di 8'ê Adarê û Newrozê de gelan, jinan, ciwanan û hêzên demokrasiyê bersiva herî baş dan êrişên li ser HDP'ê. Îro parastina HDP'ê parastina siyaseta demokratîk û pêkve jiyanê ye. Em ê heta dawiyê HDP'ê û fikriyata wê biparêzin.    1'Ê GULANÊ   Em amadekarî dikin ku agirê Newrozê veguhezînin 1'ê Gulanê. Di pêvajoya ku birçîbûn û xizanî kûr bûye de bi piştevaniya hemû karker, kedkar, xizanan em ê 1'ê Gulanê li gorî ruhê 1'ê Gulanê pîroz bikin. Em ê daxwazên nan û aştiyê biqîrin.    KONFERANS Û KONGREYA MEZIN   Meclisa Partiya me, di encam şêwrên mezin û bihêz de biryara starta konferans û kongreya me ya mezin da. Partiya me bibiryar e ku sazîbûna faşîzmê asteng bike û hemû derfet û amûrên siyaseta demokratîk bi kar bîne. Aqûbeta ku desthilatên borî yên fikirîn siyaseta demokratîk tasfiye bikin pê re rû bi rû man, li benda desthilata ku bi heman ferasetê tevdigereye.    Li Tirkiyeyê, ji bo avakirina tifaqa demokratîk ku nîşaneya şênber a siyaseta xeta sêyemîn e, dem dema rêxistinbûna mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax e. Em ê li atolye, kargeh û li hemû qadên em li dilberînin vê xebatê bikin."