Seroka EMEP'ê Gurkan: Dengên têkevin sindoqan û derkevin dê ne yek bin 2018-03-06 09:31:37 STENBOL– Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan ji bo "Îtifaqa Cûmhûr" ku AKP- MHP ji bo hilbijartinên 2019'an çê kirin got: "Qanûneke hilbijartinê ye ku ji bo bi her awayî ji sindoqan koalîsyona AKP-MHP'ê wekî îktîdar derkeve, rê vedike. Pir zelal e ku rengê dengên têkevin sindoqan û yên derkevin dê ne wekî hev bin."  Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, "Îtifaqa Cûmhûrê" ku AKP-MHP ji bo hilbijartinên 2019'an çê kirin û pêşnûmaya 26 madeyî ya ku ji bo çêkirina bingeha vê îtifaqê berpêşî Meclîsê hatin kirin nirxand.    Gurkan, destnîşan kir ku wê ev îtifaq tenê bi hilbijaritnê sînordar nemîne, wê wekî îtifaqeke ku di warê siyasî de ji nû ve civakê veguherîne bê pênasekirin. Gurkan, bi lêv kir ku wê ev îtifaq di civakê de berberîbûnê, çewisandin û şîdetê zêdetir bike û got: "Em bi koalîsyoneke siyasî ya paşverû re rû bi rû ne."    Gurkan, bal kişand ser 26 madeyên ku "Îtifaqa Cûmhûr"ê ew berpêşî meclîsê kirin û got, heta ku şert û mercên Rewşa Awarte bidomin, wê tu hilbijarrtin di warê tevgerînên demokratîk de encameke guncan bi xwe re neyîne. Gurkan, destnîşan kir ku ev made ji bo saxlemkirina koalîsyona AKP-MHP'ê hatine berpêşkirin û domand: "Ev qanûn, di asasê xwe de qanûneke wekî ku hilbijartin tê kirin tê nîşandan. Qanûneke hilbijartinê ye ku ji bo bi her awayî ji sindoqan koalîsyona AKP-MHP'ê wekî îktîdar derkeve, rê vedike. Pir zelal e ku rengê dengên têkevin sindoqan û yên derkevin dê ne wekî hev bin. Lê belê em baş dizanin ku di şert û mercên ku qedexe û çewisandin lê hebin û edalet lê bê astengkirin, wê tu hilbijartin encameke demokratîk neyîne."   Gurkan, destnîşan kir ku divê hemû hêzên ku li dijî rejîma yekpartiyî û yekzilamî ne bên gel hev û li dor platformeke hevpar bigihên hev. Gurkan diyar kir ku ger ev hevkarî pêk neyê, ew ê nikaribin peywira xwe ya dîrokiyî bînin cih.