Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê 2022-05-02 11:21:13   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek parv kirin û wiha gotin: “Hêvîdarin ku ev Cejna Remezanê li welatê me, herêm û cîhanê bibe wesîleya aştî, aramî, edalet û têkoşîna hevpar. Em ji bo vê têdikoşin û baweriya me xurt e.”    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi boneya Cejna Remezanê peyamek parve kirin.    Di peyamê de qala krîzên piralî yên Tirkiyeyê hate kirin û ev tişt hatin gotin: “Di rewşeke şer, êrişên giran, bêhiqûqî, kedxwarî, talan, birçitî, xizanî û karesatên siyasî, aborî û civakî de em Cejna Remezanê pêşwazî dikin. Bi salan e gelên me bi hesreta cejnên rasteqînin dijîn lê di halê hazir de gelek malbat xwedî şert û mercên wisa nînin ku weke cejnê pîroz bikin. Aramiya cîhan û herêma me di bin gefan de ye. Lewma em vê cejnê bi dilekî xemgîn pêşwazî dikin.”    Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Xelkê me û yê herêmê heq dike ku cejnan di nava aramiyê de pîroz bikin. Cejnên ku dostanî û piştevaniyê, biratî û giftûgoyê esas digirin heqê me tevan e. Her çend ku şert û merc giran jî bin, gelek dûr nîne ku em cejnên rasteqîn pîroz bikin. Em ê bi ser kevin. Li dijî kesên êrişî jiyana me, mafên me, pariyê nanê me, îro û pêşero me dikin; em ê bi înad û bi coşa cejnan jiyana xwe jinûve ava bikin. Ev hêza me heye. Hêvîdarin ku ev Cejna Remezanê li welatê me, herêm û cîhanê bibe wesîleya aştî, aramî, edalet û têkoşîna hevpar. Em ji bo vê têdikoşin û baweriya me xurt e. Em bi wê baweriyê ne ku dê heqê xwe bi dest bixin, vê pergalê biguherînin û di pêşeroja wekhev û azad de dê cejnên rasteqîn pîroz bikin. Bi van hestan em Cejna Remezanê pîroz dikin.”