Koma Jinan a HDP'ê: Em jinên li Efrînê li ber xwe didin silav dikin 2018-03-06 15:14:33 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di civîna koma HDP'ê de diyar  kir ku wan li dijî îtîfaqa AKP-MHP'ê îtîfaqa jinan ava kirine û wiha got: "Em jinên li Efrînê li ber xwe didin bi rêzdarî, dildarî û hurmet silav dikin. Mi minasebeta 8'ê Adarê em pêşengê têkoşina jinê Rosa Luksemburg, Behice Boran, Sakine û Fatmayan bi hurmet û xoşevîst silav dikin."  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li şûna koma partiyê, civîna koma jinan pêk anî. Di civîna koma HDP'ê de ji Tirkiye û bajarên herêmê gelek nûnerên saziyên jinan amade bûn. Meclîsa Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî di civînê de cihê xwe girtin. Bi wesileya 8'ê Adarê şalên spî û xemrî li jinan hatin belavkirin. Beriya civînê sînevîzyona ku têkoşîna jinan vedibêje hat pêşandan.    Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, li ser navê jinan axivî û jinên girtî, Hevseroka giştî ya HDP’ê  ya berê Figen Yüksekdag, Hevseroka GişTî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak û hemû jinên girtî silav kirin.    ‘EZ JINÊN LI EFRÎNÊ DI BER XWE DIDIN SLAV DIKIM'   Buldan, bi wesîleya 8'ê Adarê jinên li Efrînê li ber xwe didin silav kir û wiha got: "Hûn milyon in. Têkoşîna bi milyonan jinan bi we re ye. Em carek din bi ruhê raperîn û berxwedanê we silav dikin. Em silavên xwe ji Dayikên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê rûniştine re jî silavên xwe dişînin. Em dayikên xwe yên aştiyê yên bi laçikên xwe yên spî di dêyan de ne jî silav dikin. Em dayikên kurd û tirk jî silav dikin. Em dayika Berkin Elvan, Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Alî İsmail Korkmaz, silav dikin. Em jinên wêrek ên li dijî bendavên HES’ê li Derya Reş têdikoşin jî silav dikin. Em jinên li Rojava û li Efrinê li ber xwe didin bi rêzdarî û hurmetî silav dikin. Mi minasebeta 8'ê Adarê em pêşengê têkoşina jinê Rosa Luksemburg, Behice Boran, Sakine û Fatmayan bi hurmet û xoşevîst silav dikin."    ‘HETA JIN AZAD NEBIN KES AZAD NABIN'    Buldan, anî ziman ku koletiyê dispêrin wan û ji ber vê yekê derdikevin qadan û wiha axivî: "Keda jinan tê xwarin. Jin êşa şer dijîn. Yên li mal û kolanan tên qetilkirin jin in. Yên hêj zarok in tên zewicandin dîsa jin in. Yên tên girtin û binçavkirin û rastî îşkenceyê tên jin in. Yên vîna wan a siyasî ji destê wan tê derxistin û bê nasname tên hiştin jin in. Jin ji ber vê yekê dadikevin kolanan. Li vî welatî heta jin azad nebin kes azad nabe. Tu kes nabe xwedî mafê wekheviyê û nagêje edaletê. Jin êdî serî natewînin û li her qadê li ber xwe didin."    ‘CÎNAYETÊN JINAN BÛYE KARASET'    Buldan, destnîşan kir ku di sala 2017'an de 409 jin hatin qetilkirin û di karasetên xwezayê de jî ew qas mirov nayên kuştin û wiha got: "Ka dewlet, wazereta civakî û malbatî. Bi sedan polîs û leşker li ber birdariya Kolana Yukselê radiwestin. Polîs tenê ji bo peyker biparêzin li wir in. Lê nikare jinê ji êrîş, tacîz û tecawiza patron, karsaz, bira, hevser û zilam biparêze.    KENGÎ LÊGERÎNA MAF BÛYE QEBEHET?    Buldan, ba kişand ser êrîşa li Enqere û Çorluyê li dijî jinên xwestin 8'ê Adarê pîroz bikin û wiha got: "Em carek din wan jinên rastî tundiyê hatin silav dikin. Hevalên me yên li Enqere rastî êrişa polîsan hatin bi hinceta ‘Zagona Qebebetê" binpê kirine rastî ceza hatin. Em dipirsin kengî lêgerîna maf bûye qebehet.  Lê em qebehetên we dizanin. AKP, dibêje 'Me mafên jinan daye. 'Li herêma Colemêrgê gotinek heye. Dibêjin 'Nanê Sêlê' Polîtîkaya wan wekî 'Nanê Sêlê ye' Em vê durûtiya AKP'ê bi tundî şermezar dikin. Bi hezaran jin bi KHK hatin îxrackirin û mexdûr bûn. Bedena jinan tazî dikin û teşîr dikin. Em dê çawa bedenên tazî û cenazeyê Dayika Taybet ê hefteyekê li kolanê hatin hiştin ji bîr bikin."    66 JIN LI TARSÛSÊ RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HATIN   Buldan, helwesta Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan jî rexne kir û wiha got: "Serokomar dibêje 'Bihişt di bin lingê dayikê de ye. Lê li aliyê din dayika Berkin Elvan dide yuh kirin. Em dipirsin ma Dayika Berkin Elvan ne dayik e? Hûn vê zordardiyê çawa rewa dibînin. Lê em ji vir pin lingê hemû dayikên ku li vî welatî rastî zilme hatine radibusînin. Dayika Sîsê ji ber aştî xwest hatiye girtin. Mamoste Ayşe ji bo got 'Bila zarok neyên kuştin' rastî ceza hat. Di oprasyonên cemaatê de li nexweşxaneyên zayinê di bin nobeta polisan welidin. Li Girtîgeha Tarsusê  Mudûrê Girtigehê got ‘Ez dê vir bikim wekî Efrinê' Midûrê polîsan ê Mêrsînê li 66 jinan işkence kiriye."      ‘EM BI MILYONAN IN Û HÊZA XWE JI MAFDARIYA XWE DIGIRIN’    Buldan destnîşan kir ku di heman demê de HDP partiya jinan e û wiha axivî: “Ji ber vê yekê her roj di hedefa êrîşan de ye. Bi boneya HDP pergala hevserokatiyê anî û vîna jinan diparêze û di çarçoveya azadiya jinê de xebatên xwe dide meşandin, tehamulî me û hevalên me nakin. Wekîltiya hevalên me jin xistin. Hevşaredar û wekîlên me xistin girtîgehan. Hemû saziyên jinan dan girtin. Jin û endamên me yên jin bi erdê re kaş dikin û nasnameya jinan dikin hedef. Lê çi dikin bila bikin dê me asteng nekin. Çunkî em milyon in û hêza xwe ji mafdariya xwe digirin. Heta HDP hebe dê nasname û azadiya jinê bê parastin.”    ‘EFRÎN A EFRÎNIYAN E’    Buldan da zanîn ku di şerê li Efrînê de li aliyekî jî jin di hedefê de ne û wiha got: “Li Rojava bi berxwedana rûmet a jinan dîrok hat nivîsandin. Ev berxwedan li her deverê belav bû. Tirsa wan jî ev e. Niha derketine û dibêjin ‘Em ê Efrînê radestî efrîniyan bikin.’ Jixwe Efrîn ya efrîniyan e. Ji wir derkevin. Çi karê we li Efrînê heye. Li Efrînê gel di nava aramiyê de dijîn, çû wateya çûyîna we heye. Ji Efrînê tu gef li dijî Tirkiyeyê nîne. Çima hûn temaşeyî kuştina mirovan dikin. Hûn berpirsyarê her kuştinek li Efrînê ne. Mafê tu kesî tuneye ewqas mirovan qetil bike. Em zarokên xwe ne ji bona hûn wan bikujin tînin dinyayê.”    'EM JÎ TIFAQA JINAN AVA KIR’    Buldan bal kişand ser tifaqa AKP-MHP’ê û got “Me jî li dijî vê tifaqa wan faşîst, tifaqa jinan ava kir.”    NÛNERÊN SAZIYÊN JINAN MAFÊ AXAFTINÊ GIRTIN    Piştî axaftina Buldan nûnerên saziyên jinan mafê axaftinê girtin. Ji Koma Tedbîra Lezgîn a li Dijî Kuştina Jinan Hasbiye Gunatçi wiha got: “Di demên dawî de li dijî jinan tundî û kuştina jinan zêde bûye. Her kes hêrsa xwe ji me derdixe. Tang, çek û topê jinan nînin. Ya me xûrt dike hêza me ye. Ji ber wê her tim êrîşî çalakiyên 8’ê Adarê dikin. Çunkî herî zêde ji hêza hevpar ditirsin. Tekane hêza me jî hevgirtina jinan e. Hemû jin bi tundiya zilam re hevrû dimînin.”    ‘BIJÎ ISRARA JINAN A AŞTIYÊ’    Ji Komeleya Demîr Leblebî Sevna Somuncuoglu  jî diyar kir ku wan piştî pêvajoya aştiyê xera bû komeleya xwe ava kirine û wiha got: “Em bi xeyala aştiyê derketin rê û têkoşîna me dewam dike. Dê jin li dijî şer derkevin û israra wan a ji bo aştiyê dewam bike. Her bijî israra jinan aştiyê.”    Ji Komîsyona Bijîşkên Jin a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Hulya Ugulturken jî wiha got: “Otorîtera siyasî her tim jinan arasteyî ku bibin dayik dike. Desthilat li qada tenduristiyê li dijî jinan cudakariyê dike.”