‘Divê CHP, HDP, Partiya Îyî û Saadetê deklarasyonek hevpar biweşînin’ 2018-03-08 09:18:38 STENBOL – Endamê Meclîsa CHP’ê Zekî Kiliçaslan diyar kir ku pêwîste li dijî rejîma yekzilamî yekîtiyek bê avakirin û got: “Heke ku CHP, HDP, Partiya Îyî û Partiya Saadetê tifaqek ava nekin jî, lê divê deklarasyonek hevpar biweşînin. HDP û CHP jî bi qasî AKP’ê partiyên rewa ne.”  Endamê Meclîsa Partiya Komarê ya Gel (CHP) Zekî Kiliçaslan tifaqa hilbijartinê û “Qanûna tifaqê” nirxand. Kiliçaslan diyar kir ku AKP’ê û MHP’ê xwe bi hev temam kirine û Erdogan dixwaze bi tifaqa cumhur dengê wî yên ketine zêde bike û di hedefa MHP de jî di bin bendê mayîn de heye. Kiliçaslan wiha got: “Erdogan nikare dengên xwe yên ji sedî 51 mîsoger bike. Ji bo vê yekê jî her kesê nêzî xwe li derdora xwe dicivîne. Bahçelî jî ditirse ku di bin bendê de bimîne. Bi vê boneye bi mehan e polîtîkayên Erdogan destek dike.”    'QANÛNA HILBIJARTINÊ SOSRET E’    Kiliçaslan qanûna tifaqa hilbijartinê wek “qanûna sosret” nirxand û got: “Mafê welatiyan ê hilbijartenek azad ji dest digirin. Bi zextan vî mafî ji destê wan digire. Ev qanûn li pêşiya hilbijartinek adil, wekhev û azad asteng e. Ji ber vê yekê her du alî jî di çarçoveya berjwendiyên xwe de li hev kirine û qanûnê derxistin. Her wiha dixwazin tirsê bixin nav civakê. Teqez xêra vê tifaqê ji bo siberojê û gelên Tirkiyeyê nîne. Divê ku muxalefet jî li dijî vê tedbîrê xwe bigire.”    'DIVÊ DEKLARASYONEK HEVPAR BIDIN’    Kiliçaslan destnîşan kir ku divê li dijî rejîma yek zilam û otorîteriyê ji bo siberoja hevpar a demorkasiyavî welatî yekîtiyek hevpar bê avakirin û wiha got: ““Heke ku CHP, HDP, Partiya Îyî û Partiya Saadetê tifaqek ava nekin jî, lê divê deklarasyonek hevpar biweşînin. HDP û CHP jî bi qasî AKP’ê partiyên rewa ne.”    MA / Bîlal Seçkîn – Necla Demîr