Gunay bang li cîhanê kir: Destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî 2022-05-26 13:23:49   ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bang li partiyên muxalefetê kir ku li dijî polîtîkaya şer a qirêjî derkevin û wiha got: “Divê êdî bi awayekî zelal bertek nîşanî polîtîkayên AKP-MHP’ê bidin. Divê hêzên navdewletî jî destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî yên bi Qesrê.”   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya Partiyê civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist. Di civînê de Gunay geşedanên siyasî yên di nava hefteyê de û êrişên Tirkiyeyê yên li derveyî sînor nirxand.    Ebrû Gunay di serî de bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan ku digot dê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke nû bidin destpêkirin û wiha got: “Em dizanin kuj armanca van operasyonan dagirkirina Rojava ye. Dîsa çavên xwe berdane destkeftiyên kurdan. Dijminahiya li hemberî kurdan û destkeftiyên kurdan, bi her awayî dimeşînin. AKP wisa difikire ku bi şer û pevçûnên li herêmê re firsendek ketiye destê wê. Lewma dixwaze Rojava dagir bike û îstîqrara herêmê ji holê rake. Ji bo wê jî her tim gefan li kurdan dixwe.”   ‘PERGALA AKP-MHP’Ê TIRKIYE BER BI TÊKÇÛNÊ VE BIRIYE’   Bi domdarî Gunay anî ziman ku pergala Tirkiyeyê têk çûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergala AKP-MHP’ê gelên Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve biriye. Rewşa aborî, civakî û siyasî li ber çavan e. Bi her awayî gelên Tirkiyeyê îro ji ber pergala wan di nav zor û zehmetiyan de ye. Ji bo ku rewşa têkçûyî ya Tirkiyeyê veşêrin, çavên xwe berdane dijminahiya kurdan. Ev operasyonên dagirkeriyê li ser dijminatiya kurdan pêk tê. Ev dijminatiya ku di 2015’an de gihiştibû asteke din, bi operasyonên nû re dixwazin kûrtir bikin. Ji ber ku desthilata AKP-MHP’ê naxwaze kurd li Rojava bibin xwedî statû, naxwaze kurd li welatê xwe azad bijîn. Dijminatiya bi sedsalan îro ji aliyê AKP-MHP’ê ve tê berdewamkirin.”    ‘TIRKIYE BER BI HILBIJARTINÊ VE DIÇE’   Gunay, da zanîn ku Tirkiye ber bi hilbijartinê ve diçe û ev nirxandin kir: “Ev hilbijartin dê ji bo Tirkiyeyê bibe hilbijartineke dîrokî. Encamên wê dê bandora xwe li ser siyaseta Tirkiyeyê bike. Ji bo ku di wê hilbijartinê de bi ser bikeve, Erdogan dijminatiya kurdan ji xwe re kiriye armanceke stratejîk. Loma jî dixwazin hilbijartin di şert û mercên şer de pêk were. Bi vî awayî difikire ku ew ê li ser nîjadperestiyê û li ser dijminatiya kurdan di hilbijartinê de bi ser bikeve.  Ji ber vê zihniyetê heta niha hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo şer hatin xerckirin. Rewşa aborî ya Tirkiyeyê pir xerab e lê ew dîsa di vê nêrîna xwe de biisrar in. Ji ber vê zihniyetê îro gelên Tirkiyeyê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne. Dixwazin bi dagirkirina Rojava re vê rewşê bidomînin.”    ‘AKP DIXWAZE JI REWŞA ŞER SÛD BIGIRE Û ROJAVA DAGIR BIKE’    Di berdewamê de Gunay daxuyand ku ji Ûkraynayê heta Rojhilata Navîn, gelek dever veguherîne qada şer û ev tişt anî ziman: “Dixwazin ji vî şerî sûd bigirin û Rojava dagir bikin. Me berê jî gotibû lê em niha dîsa dubare bikin; dê bi van operasyonan re şerê li Rojhilata Navîn berbelavtir bibe û aştî û aramiya herêmê tune bibe. Pirsgirêkên îro dê hîn jî zêdetir û kûrtir bibin û bandora wê dê li ser aştî û aramiya Tirkiyeyê jî bibe.”   BANG LI MUXALEFETÊ KIR   Ebrû Gunay, got ku helwesta wan a li dijî siyaseta dagirkeriyê û şer zelal e û wiha pê de çû: “Em ji bo her devera cîhanê aştiyê dixwazin. Em li dijî şer in û dagirkirina Rojava qebûl nakin. Lewma divê di serî de gelên Tirkiyeyê, hemû gelên cîhanê li dijî vî şerê qirêjî rabin ser pêyan. Neteweyên Yekbûyî (NY) duh diyar kir ku pêdiviya Sûriyeyê bi operasyoneke leşkerî tune ye lê bi çareseriyeke siyasî û alîkariya mirovî heye. Em careke din bang li muxalefeta Tirkiyeyê jî dikin. Divê êdî bi awayekî zelal bertek nîşanî polîtîkayên AKP-MHP’ê bidin. Ji ber ku pêdiviya me tevekan bi demokrasiyê heye. Em li vir hem hikûmetê û hem jî muxalefetê hişyar dikin. Operasyonên leşkerî û dagirkerî ne tenê aştî û aramiya Rojava lê dê xetereyê li ser ya Tirkiyeyê jî bike. Ji bo siberoja Tirkiyeyê divê hemû kes li hemberî vî şerî derkeve.”   ‘RÊYA AŞTIYÊ ÎMRALI YE’   Bi domdarî destnîşan kir ku lêçûnên şer li Tirkiyeyê krîza aborî hîn girantir dike û wiha derbirî: “Ev yek jî bandorê raste rast li jiyana rojane ya gel dike. Desthilatdarî hewl dide birînên krîza aborî bi hestên nîjadperest bipêçe. Heta aştî nebe, demokrasî û azadî jî nabe. Rêya aştiyê jî ji Îmraliyê derbas dibe. Weke gelên vê xakê em baş dizanin ku pêdiviya herî lezgîn, aştî ye. Tekane rêya aştiya vî welatî ew e ku deriyên Îmraliyê bên vekirin û birêz Ocalan dîsa rola xwe bilîze. Kengî deriyên Îmraliyê hatibin vekirin, derfet û hêviyên aştî û azadiyê ji bo gelên vê herêmê ava bûne.”   ‘DESTKEFTIYÊN KURDAN NEKIN MIJARA BAZARÊ’   Di berdewamê de Gunay wiha bang li hêzên navdewletî kir: “Mîna şerê li Ûkraynayê, Erdogan daxwaza endamtiyê ya Fînlandiya û Swêdê jî bo xwe weke lûtfeke xwedê dibîne. Li hemberî rakirina biryara vetoyê, dixwaze ev dewlet alîkariya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re qut bikin û weke terorîst pênase bikin. Em nêzikatiyên NATO, DYA, Swêd, Fînlandiya û dewletên din ji nêz ve dişopînin. Ji Efrînê heta Şengalê, gelê kurd bedelên giran dan û hinek destkeftî bi dest xistin. Rejîma Qesrê jî bi polîtîkayên nîjadperest û bazariyên qirêjî hewl dide van destkeftiyan tune bike. Banga me ji bo van dewletan tevekan ew e ku destkeftiyên kurdan nekin mijara bazara xwe. Divê ji bo parastina ‘ewlehiya’ Swêd û Fînlandiyayê,  mafê ewlehiyê yê kurdan nekin mijara bazarê.”    BANGA MÎTÎNGA SPÎ   Bi mebesta balkişandina ser rewşa kedkarên tenduristiyê dê SES, TBB, TDB, DEV SAGLIK ÎŞ û gelek saziyên din di 29’ê gulanê roja yekşemê de mitîngê li dar bixe. Gunay, bang li her kesî kir ku beşdarî mitîngê bibin.