Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin 2018-03-11 15:30:16 AMED -  Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, bang li her kesî kir û xewst her kes li dijî êrîşên li ser Efrînê dengê xwe bilind bikin. Parlamenterên HDP'ê Ziya Pir û Feleknas Uca jî bang li NY kirin û xwestin bi lezgîn têkevin nava tevgerê.  Şerê Tirkiye yê li ser Efrînê di roja 51'an de bi balafirên şer û topbaranan berdewam dike. TSK û komên girêdayî OSO bi tang û topan êrîşî gelê Efrînê dikin. Siyasetmedarên kurd bertekên xwe li hemberî bêdengiyê anîn ziman. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, bang li her kesî kir û xewst her kes li dijî êrîşên li ser Efrînê dengê xwe bilind bikin. Parlamenterên HDP'ê Ziya Pir û Feleknas Uca jî bang li NY kirin û xwestin bi lezgîn têkevin nava tevgerê.    Hevserokê KCD'ê Ozturk, diyar kir ku di êrîşên li ser Efrînê de heta niha 250 welatiyên sivîl hatin kuştin û wiha got: “Tu rewatiya dagirkeriya Tirkiye ya li ser axa Efrînê tune ye. Efrîn ji sed hezaran welatiyên ji şer reviyane re malovaniyê dike. Tenê li wî bajarî aramî ye. Lê niha li dijî vî bajarî jî şer îlan kirine. Îktîdara AKP-MHP'ê aramiya bajar xera kir. Niha sed hezaran mirov têkoşîna hebûna jiyanê didin. Ger ku balafirên şer Efrînê bombe bikin dê komkujiyên mezin çêbibin. Ne tenê kurd, hemû gelên cuda li vir dijîn.    Ozturk, helwesta hêzên navneteweyî ya li dijî Efrînê rexne kir û anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî li dijî Efrinê dirû tev digerin. Biryara NY Efrînê jî dixe nava sînorê xwe. Dive Tirkiye guh bide biryarê. Lê mixabin Tirkiye biryara NY'yê binpê dike. Ji bo kuştinên li wir bi dawî bibin divê her kes dengê xwe bilind bikin û têvevin nava tevgerê.    PÎR: TIRKIYE BAZARÊ DIKE   Parlamenterê HDP'ê Ziya Pir jî anî ziman ku Tirkiye li dijî hiqûqa navneteweyî tev digere û bazarê dike. Pir, anî ziman ku Tirkiye biryara NY îhlal dike û wiha got: Divê Tirkiye bi lezgîn guh bide biryarê.    UCA: DIVÊ BI LEZ ÊRÎŞAN BI DAWÎ BIKIN   Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca jî diyar kir ku îro hemû kurdên cîhanê ji bo Efrînê di nava fikarên mezin dene û wiha got: "Bi sed hezaran sivîl li Efrînê dijîn. Hemû sivîl di bin talûkeyek mezin de dijîn. Divê teqez bi lez êrîş bi dawî bibin."