Ozsoy: Êdî li Swêd û Fînlandiyayê jî pirsgirêka kurd heye 2022-07-06 12:38:17   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy bal kişand ser memorandûma di navbera Swêd, Fînlandiya û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin û wiha got: “Bi îmzekirina vê memorandûmê re êdî pirsgirêka kurd bû pirsgirêka Swêd û Fînlandiyayê jî.”    Piştî hevdîtina di navbera Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, Serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinistö, Serokwezîra Swêdê Magdelena Andersson û Sekrteterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg a di 28’ê hezîranê de, memorandûmek hat îmzekirin. Piştî memorandûmê jî ji bo endamtiya her du welatan a NATO’yê bang hate kirin. Her çend ku Erdogan ev memorandûme weke “serkeftinek” nîşan dabe jî, aliyên din ên memorandûmê naverok û bertekên cuda nîşan didin.     Endamê Komîsyona Têkiliyên Karên Derve yê HDP’ê û parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî.      ‘ERDOGAN MEMORANDÛMÊ WEKE AMÛREKÎ BI KAR TÎNE’   Hişyar Ozsoy da zanîn ku di têkiliyên dîplomatîk ên navneteweyî de memorandûm bi giştî weke zelalkirina niyetê tê qebûlkirin û wiha got: “Anku berpirsyartî li ser milê kesekî bar nabe. Li wir beyan û teahûd hene. Memorandûm dema bi awayekî giştî muzakere ne li gorî daxwazê çêdibin, ji bo domandina muzakereyan tên kirin. Mutabaqeta Dolmabahçeyê jî memorandûmek bû. Muzakereyên wê demê baş nediçûn lê qet nebe 10 xal hatin nivîsandin. Encamên wê yên erênî çêbûn. Heke hikûmet xwedî lê biderketa, dikariya encamên hîn baştir çêbûbûna. Îcar ev mamerandûma dawî hem di qada navneteweyî û hem jî ji hêla Erdogan ve weke serkeftinek tê nîşandan. Erdogan di raya giştî ya navxweyî de weke amûrekî bi kar tîne. Dema mirov li tevahiya metnê dinihêre dibîne ku tiştekî zêde cuda tune ye.”   ‘REWŞEKE ZÊDE CUDA ÇÊNEBÛYE’   Ozsoy, qala naveroka momerandûmê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov bi awayekî şênber lê dinihêre, dibêjin ‘Swêd û Fînlandiya PKK’ê weke rêxistineke terorê erê dike.’ Jixwe welatên Ewropayê digotin ‘PKK di lîsteya terorê de ye.’ Anku rewşekî nû nîne. Lê dema li kaxizê tê nivîsandin, Erdogan weke amûrekî bi kar tîne. Ya din dibêjin ‘em alîkariyê nadin YPG û PYD’ê.’ Lê YPG û PYD’ê weke ‘rêxistina terorê’ nabînin. Tirkiyeyê ji bo vê zextekî giran kir lê qebûl nekirin. Lê heke bixwazin dikarin li ser rêxistinên civaka sivîl û hwd. alîkariyê bidin HSD’ê.  Belkî kesên zêde tên naskirin ên weke Îlham Ehmed ne vexwînin Swêdê. Di memorandûmê de nabêjin ‘em ê îade bikin.’ Dibêjin; ‘Dema we serlêdan kir em ê ji bo bilezkirina pêvajoyê rewşê bişopînin.’ Lê di dawiya dawî de daraz û dadgeh dê biryara vê bidin. Anku girêdayî memorandûmê nîne. Li wir dadgeh li gorî daxwazên hikûmetê biryaran nade. Herî zêde dikare bibêje êdî biryarekî bidin. Heke ji hikûmetê du kes rabin û hewl bidin Ragip Zarakolû radest bikin, dê hikûmet bikeve. Anku mijareke ewqas hêsan nîne. Niha hinek dem bi destxistin û dê di dawiya dawî de Swêd û Fînlandiya bibin endamê NATO’yê.”    ‘ERDOGAN XWEST BAZARIYÊ BI BIDEN RE BIKE’   Bi domdarî Ozsoy got ku ji bo endamtiya NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê divê 30 welat li Meclisa xwe vê daxwazê bidin erêkirin û wiha domand: “Tirkiye jî dê bîne Meclisê. Anku Tirkiye dê bi saya qerta vetoyê hewl bide gelek tawîzan ji van welatan bigire. Anku ev qerta vetoyê ji bo demekî paşve da. Tirkiye hinek navan dixwaze. Mînak, Ragip Zarakolû. Lê dê Swêd van navan nede û dê nekare bide. Tirkiye dê bixwaze û ew jî dê bibêjin ‘dadgehê nehişt.’ Tirkiye jî dê vê biryarê protesto bike. Bi vê memomrandûmê re êdî pirsgirêka kurd a Swêd û Fînlandiyayê jî heye. Her wiha Erdogan hewl da di mijara pirsgirêka vetoyê de bi Biden re bazariyê bike. Lê belê Biden bi hostetî got; ‘Ev pirsgirêka me nîne û hûn di navbera xwe de çareser bikin.’ Heke Biden qebûl bikira, dê Erdogan hewl bida derheqê YPG/YPJ û HSD’ê de çendek tawîzan ji wan bistîne. Lê çênebû. Niha li ser kaxizê çendek teahûd mane û Erdogan anîn ser xeta xwe.”    ‘EW DIBÊJIN DÎZAYNKIRINA CÎHANÊ LÊ ERDIGAN DIBÊJE KUŞTINA KURDAN’   Di berdewamê de Ozsoy anî ziman ku Erdogan bazariya “min li desthilatdariyê bihêlin” bi dewletan re dike û wiha pê de çû: “Bi şerê Ûkrayna-Tirkiyeyê re girîngiya Tirkiyeyê hîn zêdetir bû. Êdî Behra Reş bû cihekî pir girîng. Dibe ku ev krîza dexl li Efrîqayê rê li ber krîzeke mezin a birçîtiyê veke. Anku hem ji hêla ewlehiyê û hem jî ji hêla dexl ve rewşa Tirkiyeyê ev e. NATO hêj jî dixwaze ne Erdogan lê Tirkiyeyê baş bi kar bîne. Welatên rojavayî dibêjin ‘em dîzaynekî nû didin cîhanê û were em bi hev re bikin.’ Lê Erdogan dibêje; ‘hema hûn musaedê bidin min ku ez biçim li Rojava hinek kurdan bikujim.’ Heta hilbijartinê jî guh nadin gefên Erdogan û jê bawer nakin. Lê baş dizanin ku Erdogan dema kete zorê tawîzan dide.    ‘DIBE KU HIKÛMETA SWÊDÊ BIKEVE’   Têkildarî bertekên raya giştî ya gelê Swêdê ya li dijî vê memorandûmê jî Ozsoy wiha got: “Dibe ku hikûmeta Swêdê bikeve. Erdogan ji ber dijminatiya xwe ya kurdan, pirsgirêka kurd veguherand pirsirêkeke gerdûnî. Ji ber pirsgirêka kurd dibe ku hikûmeta Swêdê bikeve. Ji ber Rojava, di demên berê de jî Wezîrê Parastinê yê DYA’yê îstîfa kiribû. Mijar her ku diçe mezin dibe. Muxalefet û çapemenî bertekên mezin nîşan didin. Me jî fikrên xwe bi hikûmet û partiyên siyasî re parve kirin. Em ê encamên vê memorandûmê bibînin. Jixwe ev 40 sal in bi alîkariya NATO, Ingilistan û DYA’yê şerê kurdan dikin. Ma Fînlandiya û Swêd jî alîkariya wan bikin çi ye yan nekin dê çi bibe Lê divê gel û siyasetmedarên van welatan bifikirin. Dê saziyên li Swêdê ji ber pirsgirêka kurd li nav hev bikevin. Dibe ku daxwazên rewa yên kurdan hîn bêhtir bikevin rojevê. Weke mînak, çapemeniya Swêdê tu carî ewqas qala kurdan nekiriye. Civaka wê derheqê kurdan de agahiyan hîn dibe. Divê em vê rewşê weke firsendekî bi kar bînin.”   ‘ENDAMÊN NATO’YÊ RÛDININ Û QALA KURDAN DIKIN’   Herî dawî jî Ozsoy ev tişt anî ziman: “Ambargoya çekan a Swêd-Fînlandiyayê ya li ser Tirkiyeyê ne gelek girîng bû. Ji ber ku pir kêm çekan difiroşin. Dibe ku gelek girîng nebe lê ji bo nêzikatiya milîtarîst jî piştevaniyeke. Erdogan, pirsgirêka kurd milîtarîze dike û dixwaze têxe rojeva NATO’yê. Her ku vê mijarê ji bo bikaranînê dibe qada navneteweyî jî, bi zanebûn an jî ne bi zanebûn, pirsgirêka kurd vediguhere pirsgirêkeke navneteweyî. 30 endamên NATO’yê rûdinin û qala Rojava û kurdan dikin. Desthilatdarî hewl dide hêzên navneteweyî kom bike û ji bo êrişeke li dijî kurdan bingehekî amade bike.”    MA/ Bêrîvan Altan