Ji Buldan û Sancar peyama cejnê 2022-07-08 11:58:49 ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar têkildarî Cejna Qurbanê peyamek parve kirin û gotin ku bila bibe wesîleya aştî, wekhevî û azadiyê.  Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek parve kirin. Di peyama bi îmzeyên Buldan û Sancar de wiha hat gotin: “Em Cejna Qurbanê pîroz dikin û hêvî dikin ku di serî de alema Îslamê, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn û cîhanê bibe wesîleya aştî, azadî û wekheviyê.”    Peyama Buldan û Sancar wiha ye: “Heyf û mixabin ku em Cejna Qurbanê di bin sî ya karesat, êrişên berfireh ên li dijî gel, krîzên aborî-siyasî, birçîtî û xizaniyê yên ji ber desthilatdariyê qewimîn, pêşwazî dikin. Ji ber polîtîkaya şer, rant û talanê ya AKP’ê, gelên Tirkiyeyê bo cejnên rasteqîn hesret mane. Bi rastî jî ji sedî 90’ê civakê ji şert û mercên cejneke rasteqîn bêpar in.    EM Ê CEJNÊN RASTEQÎN DIYARÎ BIKIN    Lê belê têkoşîna domdar a hemû derdorên civakê û partiya me û daxwaza xwedîderketina li pêşeroja xwe ya gel, mizgîniya guherînê dide. Di van rojên ku em ji hêla têkoşînê ve ketine pêvajoya serkeftinê, hêviyên me ji yên her demê mezintir in. Ya ku kongreya me veguherandî baxçeyê gelan û veguherîna Tirkiyeyê; îradeya gelên me ya di Newroz, 8’ê Adar û 1’ê Gulanê de nîşanî her kesekî da ku serkeftin nêz e. Ev daxwaza me ya guherînê, sedema têkoşîna me ye. Em baş pê dizanin ku her serkeftineke bi navê civakê, dê bibe wesîle ku ev serkeftin weke cejnekî bên pîrozkirin. Em ê teqez cejnên ku gelên me heq dikin diyarî wan bikin. Em Cejna Qurbanê li we pîroz dikin, bi hêviya ku di serî de li alema Îslamê, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn û cîhanê bibe wesîleya aştî, azadî û wekheviyê.”