'Dersa herî mezin ya ji Efrînê bê derxistin Yekîtiya Netewî ya Kurd e' 2018-03-21 07:08:00 STENBOL – Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, bal kişan ser dagirkeriya li ser Efrînê û wiha got: “Dersa herî mezin ku kurd ji Efrînê derbixin yekîtiya netewî ya kurd e. Bi taybetî piştî dagirkeriya Şengalê û Kerkûkê, niha jî Efrîn dagir kirin. Divê kurd bibin yek û êdî destûr nedin dagirkeriyê."  Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, Esengul Demîr, têkildarî dagirkeriya TSK û OSO ku 61 roj in li ser axa Efrînê dimeşîne nirxandinên girîng kir. Demîr, bal kişand ser ketina TSK û OSO ya navenda Efrînê, bombekirina Nexweşxaneya Avrînê û xerakirina peykerê Kawayê Şoreşger û xwest êdî kurd dersên mezin ji vê yekê derxin.    REWŞA TALANKIRIN Û WÊRANKIRINÊ AVA KIRIN   Demîr, destnîşan kir ku TSK û OSO yên bi hev re 61 roj berê ketin axa Efrînê rastî berxwedana herî mezin hatin û wiha got: "Gelê Efrînê bi biryar bû ku axa xwe terk neke. Berxwedanek gelek mezin nîşan da. Ji gelek bajaren Kurdistanê jî ji bo piştgiriya Efrînê herikîn Efrînê. Lê mixabin piştî êrîşên hewayî li dijî sivîlan peş ket û gelek sivîl di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan, welatiyên sivîl neçar man ku gund û warên xwe vala bikin. Piştî li ser navenda Efrînê jî êrîşên hewayî zêde bûn Meclîsa Gel a Efrînê bi armanca gel ji komkujiya mezin xelas bike biryar da ku bajar vala bike. Dewleta Tirkiye har bûye û çavê wê tiştekî nabîne. Bi biryar bû ku komkujiyên mezin bike. Ji ber vê yekê biryar dan ku êdî bi rêbazek din şer bikin. Lê piştî gel malên xwe terk kirin, OSO û TSK ketin nava Efrînê û li talanê welatiyan xistin. Barbariya ku DAIŞ'ê li bajaran pêk anî, TSKê li Efrînê dubare kir. TSK û OSO yên ketin Efrînê li talanê milet xistin."    Demîr, anî ziman ku bi ketina bajar a 18'ê Adarê hem peyam  dan gelê kurd û hem peyam dan kemalîstan û wiha lê zêde kir: "Di şerê Rizgariya Tirkiye de kurd û tirkan mil dan hev û Neteweya Dewleta Tirk TC ava kirin. Ketina Efrînê jî xistin heman rojê. Bi vê yekê peyam da ku bîrdoziya Kemalîst a Komarê xelas bûye. AKP-MHP bi hevkariya xwe nîşan dan ku di rejîma nû de cihê kurdan tune ye. Di 2 salên dawî de AKP MHP li bajarê Kurdan dest bi xerakirinê kiriye. Bi dagirkirina Efrînê peyama xwe zelaltir kirin û diyar kirin ku êdî cih ji kurdan re tune ye. Kurd bi komkujiya li Roboskê şikestin. Bi xerakirina bajarên Kurdan şikandina kurdan hîn zêdetir bû. Êdî jiyana hevpar a kurdan û tirkan zerakek mezin dîtiye û gelek şikestiye. Ne tenê li Tirkiye, li çar perçeyên Kurdistanê şikestinek mezin heye. var. Divê kurd ji vê pêvajoyê dersên mesin derxin. Kurdan ji bo DAIŞ'ê paqij bikin kedek mezin dan. Bertêlên mezin dan. Lê niha hêzên Emperyalist dixwazin kurdan wekî maşik bikar bînin. Êdî her tişt bêtir zelal bû. Berjewendî û planên her kesî bêtir diyar bûn.    DERSA HERÎ MEZIN JI EFRÎNÊ BÊ DERXISTIN YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE   Demîr, da zanîn ku piştî ev bûyer bi serê kurdan de hatin, divê kurd êdî yekîtiya xwe xurt bikin û wiha got: "Dersa herî mezin ku kurd ji Efrînê derxin divê êdî tewez û bi lezgîn yekîtiya neteweya xwe ava bikin û bi rêxistin bikin. Ewil êrîşî Şengalê kirin. Pişt re êrîşî Kerkûk û niha jî Efrîn dagir kirin. Ji ber vê yekê divê kurd bibin yek û bi lez yekîtiya xwe bi rêxistin bikin. Tirkiye bi 3 milyona penaberên Sûriye gefan li welatên Ewropa dixwe. Efrîn ne cihekî bê dagirkirin. Ji bo Tirkiye bajarê herî bi ewle bû. Bi sed hezaran welatiyên ji êrîşê DAIŞ'ê reviyan hatin li vir bi cih bûn. Di qada debarê û aboriyê de cihekî herî bi bereket xêr û ber bû. Milyonek mirovên li vir bi cih bûn kî ne? Xwediyê Efrînê ji gund û bajarê wan koç kirin û niha dixwaze komên biyanî yên Selefî û OSO li wir bi cih bike. Dixwaze nifûsa li ser axê biguherîne. Efrîn ya Kurd, ereb û suryaniyên Efrînê ye. Tirkiye dixwaze koorîdora ereban veke û bi vê yekê bazirganiya çekan pêş bixe. Dema vê yekê dike jî dixwaze her dem penaberan wekî gef li dijî welatên Ewropa bike maşik.    KAWAYÊ ŞOREŞGER REMZA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE   Demîr, bal kişand ser hilweşîna peykerê Kawayê Şoreşger û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Kawayê Hesinkar ê Şoreşger li dijî Dehaqê zalim têkoşîna azadiyê meşandiye. Ji bo Kurdan remzek wî ya dîrokî heye. Li dijî kesên zilm kiriye sembola berxwedanê ye. DAIŞ'ê warê çand û dîrokê Palmira xera kir. Niha jî OSO ya di bin kontrola TSK’ê de peykerê Kawa hilweşand. Ev bi zanebûn û plan e. Kurd di Rojhilata Navîn û Tirkiye li dijî zilmê têdikoşin.    Erdogan ê 16 sal in li îktîdarê ye ji kurdan re dibêje "Êz dê nirxên we tevan hilweşînim. Talan bikin û têxim bin piyan. Têkoşîna we li vir qediya ye' vê peyamê dide kurdan. Ev peyama komkujiya topyekun e. Hilweşina peykerê Kawa peyama hilweşîna hemû nirxên kurdan e. Hilweşîna peykerê Kawa şikandinek li ser kurdên ku deng dan AKP'ê jî çêkir. Dema em li kolanan xebaten Newrozê dimeşinin em dibînin ku kes ji gotina 'TSK dê gelê kurd azad bike' bawer nake."     KURD ÇIRÛSKA JI AGIR IN   Demir, anî ziman ku Kurd hezar salin li dijî zilmê têdikoşin û di 40 saên dawî de bi têkoşîna xwe di nava cîhanê de deng vedaye û wiha got: "Kurt tenê ji bo xwe tênakoşin. Ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn têdikoşin. Birêz Abdullah Ocalan Kurdan wekî gelê Newrozê pênase dike. Gelê Newrozê di demê herî dijwar û bê hevî de dibe çirûska ji agir û dîsa her derê geş dike û ronî dike. Kurdan di her serdemên deng de serkeftinên mezin bi dest xistine. Niha rêberê Kurdan girtî û di bin tecrîdê de ye. Lê disa 4 sal in têkoşîn bi yek alî pêş dikeve. Di serdema ku civak heri bê hevî bû li Zindana Amedê Mazlûm Dogan bi çirûska agir bû hevî û ev agirê berxwedanê geş kir. Têkoşîn gihand pêngavek nû. Niha jî têkoşîn dikeve pêngavek nû. Gelê kurd dê bi bîrdoziya Neteweya demokratîk têkoşîna xwe mezintir bike. "   TIRKIYE LI EFRÎNÊ BI SER NEKETIYE   Demîr, herî dawî anî ziman ku AKP, MHP, CHP, bi hevkariya hev ketin Efrînê û ketina Efrînê wekî serkeftinê nîşan dide û wiha dawî lê anî. "60 roj in bi tang û topan li Efrînê didin. Mirovan li ser axa xwe li dijî artêşa Tirk li ber xwe da. Dema Artêşa Tirk ket Efrinê bajarekî vala li pêş xwe dît. Dema ket bajarê vala heviyên wê ketin avê. Armanca wan ew bû ku hemû bajar xera bikin û wêran bikin. Ji ber vê yekê niha li talaniyê dixin. Tirkiye bi ser neketiye."    MA / Necla Demir