Piştî peymanê civîna yekem 2017-10-08 14:42:32 BEXDA - Piştî Bexda û Hewler li ser 4 xalan li hev kirin, Serokê Parlamentoya Iraqê Selim Ciburî, li Hewlerê bi Serokê PDK'ê Mesut Barzanî re civiya.  Serokê Parlamentoyo Iraqê Selîm Ciburî û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesut Barzani, li Hewlerê civîyan. Hat diyar kirin ku dê di civînê de piştî referandumê pirsgirêkên di navbera hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê niqaş bikin.    Serokê PYD'ê Mesût Barzanî û Cîgirên Serokomarê Iraqê Iyad Allavi û Usama Nuceyfi duh li Silêmaniyê hatibûn cem hev. Piştî civînê li Serokatdiya Herêma Federal a Kurdistanê hat diyar kirin ku Hewler û Bexdeyê li ser 4 xalan li hev kirine.    Xalên ku di civînê de li ser hi lev kiribûn wiha ye:    1- Ji bo Iraqê di milê siyasî de dê diyalog û hevdîtin esas bê girtin.    2- Civîn dê li ser daxwazên aşkere pêş bikeve.    3- Pêkaninên li ser Herêma Kurdistanê dê bê rakirin.    4- Divê di dema herî kin de civîn bên destpêkirin û li ser van xalan hevdîtin bên kirin.