HDP’ê jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir 2018-03-27 09:20:37 ENQERE – Nîqaşên ji bo hilbijartineke pêşwext didomin. Ligel van nîqaşan HDP’ê jî hem ji bo hilbijartina 2019’an hem jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir.  HDP’ê ji bo hilbijartina 2019’an û hilbijartineke muhtemel a pêşwext dest bi amadekariyan kir. Di bin banê Desteya Rêvebir a Navendî (MYK) Komîsyona Stratejiyê di bin sernavê “Kîjan Armanc, Kîjan Gav” belgeya stratejiye amade kir.    Ev belge, duh di civîna girtî de tevî parlementeran hat nîqaşkirin.    Di vê metna pêşnûmayî de, ku di wesfê nexşeya rê de ye tevî nirxandinên der barê rewşa Tirkiyeyê ya heyî de, pêşniyarên ku dê Tirkiye çawa ji van şert û mercan xilas bibe jî hene. Her wiha di belgeyê de pêşniyarên ku dê çawa muxalefeta civakiyî bê cem hev, hilbijartina ku di şert û mercên Rewşa Awarte de bê çêkirin ne rewa ye û ji bo hilbijartineke di şert û mercên wekhev û demokratîk de divê demildest dawî li Rewşa Awarte bê tên destnîşankirin.    DÊ TEVÎ PÊKHATEYAN BÊ NÎQAŞKIRIN    Di civînê de, parlementeran jî der barê strateji û rêgezên ku dê di pêvajoya hilbijartinê de esas bên girtin fikrên xwe anîn ziman. Wê encamên vê civînê roja Çarşemê di Desteya Rêvebir a Navendî (MYK) de careke din bê nîqaşkirin. Dû re wê roja Pêncşemê li Stenbolê tevî pêkhateyên HDP’Ê civîneke berfireh bê çêkirin. Herî dawî jî wê ev metna pêşnûmayî di civîna ewil a meha Nîsanê ya Meclîsa Partiyê (PM) de bê zelalkirin.    MA / Hayri Demir