HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin 2022-12-10 16:17:28   ENQERE - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bersiva gef û heqaretên Suleyman Soylû da û got: “Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin.”    Li Desteya Giştî ya Meclisê hevdîtina li ser budçeyê berdewam dike. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di Desteya Giştî ya Meclisê de dîsa parlamenterên HDP’ê hedef nîşan da û gef li wan xwar û heqaret li wan kir.    ‘ME SERÎ NETEWAND Û EM Ê LI BER GEFÊN TE JÎ SERÎ NETEWÎNIN’    Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bersiva heqaret û gefên Soylû da û wiha axivî: “Hemû tecawizkar, dizek, bazirganên tiryakê û kujer bi te ve girêdayî ne û wêne li gel Soylû kişandine. Li dijî gelê kurd dijminahiyê dikî. Qeyûmên we dekûdolaba we ye. Gendelî, bertîl, dizekî û tacîz karê we ye.    Em carek din ji te re dibêjin, yên ku ji te bitirsin bila mîna te bin. Me li ber hosteyên te serî netewand, em ê li ber te qet serî netewînin. Tu veguheriyî makîneya nefretê. Em her roj bi Sulyeman Soylûyek nû re rûbirû ne. Tu ewqas vê nefrete ji ku derdixî û hildiberîni. Dixwazî li dîroka hosteyên xwe binêre, mînaka berxwedanê bibîne, mînaka têkoşînê binêre.”    Soylû li ser kursî Meral Daniş Beştaş û Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn hedef nîşan da.    ‘SOYLÛ DIJMINÊ GELÊ KURD E’    Meral Daniş Beştaş carek din bersiva Soylû da û wiha got: “Sûleyman Soylû mirovek bêrû ye. Tu di her axaftina xwe de binefretî diaxivî. Gelo Wezîrek Karên Navxweyî wiha dibe? Tu wezîrek bi karên navxweyî ve divê mijûl bibî û aştiya navxweyî pêk bîne ve wezîfedarî. Lê tu radibî min û Rezmiye Tosûn sûcdar îlan dikî. Tu zanî dayik derbarê te de çi dibêjin? Dayik dibêjin, ‘dijminê herî mezin ê gelê kurd Suleyman Soylû ye’. Vê li her derê dibêjin. Biçe Amed, Sêrt, Mêrdîn, Colemêrgê tu bibînî em çawa di nava gel de ne û gelê me bi me re ye. Dayik her roj ji destê ax û wax dikin.”