Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan 2022-12-13 14:50:01   STENBOL - Di danişîna doza endam û rêveberên GOÇÎZDER’ê ku tên darizandin de Songul Kose axivî û got projeyên wan li ser koçberiya bi darê zorê kirine, mesrefên mitbex, epilasyon û gelek mesrefên şexsî bi PKK’ê ve hatine girêdan.    Endam û rêveberên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) di çarçoveya lêprisîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû destpêkirin tên darizandin. Hevserokên GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal û Mehmet Bogakan jî di nav de 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji 22 kesan 16 kes bi îdiayên wek “Temînkirina finansmana PKK’ê”, “Endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” hatin girtin.    Derbarê 23 kesan de doz hat vekirin. Danişîna dozê li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê dest pê kir. Danişîn wê sê rojan berdewam bike. Malbatên kesên girtî tên darizandin, parêzer û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li danişînê bûn.    RÊZIKNAME JÎ KIRINE SÛC    Parêzer Ahmet Baran Çelîk ku parêzeriya Kamîle Kandal û yên din dike da zanîn ku naverok û rêziknameya komeleyê jî bûye mijara sûc.    Burcu Gul a parêzera sînemager Erhan Ors jî diyar kir ku tê îdiakirin ku miwekîlê wê para transferî 4 kesan kiriye û ev kes niha li salonê amade ne û xwest li wan bê guhdarîkirin.    MESREFÊN ŞEXSÎ BI PKK’Ê VE HATINE GIRÊDAN    Songul Kose a ku ji dozê girtî tê darizandin jî li ser armanc û xebarên GOÇÎZDER’ê axivî û got ew li ser meseleyên koçberiyê xebatan dikin. Kose anî ziman ku ew ji ber raporên derbarê koçberiya xelkê de amade kirine tên darizandin û ev raporên ku amade dikin jî di çarçoveya projeyên Yekitiya Ewropayê de amade dikin û xebatên bêalî ne. Kose got di heman demê de rapora projeya wan amade kiriye ji Meclisa Tirkiyeyê re jî hatiye şandin û pereyên ew distînin jî di çarçoveya projeyên pêk anîne de stendine. Kose destnîşan kir ku projeyên wan li ser koçberiya bi darê zorê kirine, mesrefên mitbex, 250 lîreyê ji bo heqê epilasyonê daye, 150 lîreyê ku deynê hevala wê lê bûye şandiye û gelek mesrefên şexsî bi PKK’ê ve hatine girêdan.   SÛCDARIYÊN CUDA    Kose bal kişand ser axaftinên telefonê ku kirine mijara sûc jî û çalakî û şahiyên ew tev li nebûye jî wê wek ku tev li bûye nîşan dane. Kose got li gel ew beşdarî merasîma cenazeyek li Amedê hatiye veşartin nebûye jî wê mîna ku beşdarî merasîma cenaze bûye nîşan dane. Kose da zanîn ku pereyê ku ji girtiyên li Girtîgeha Kandirayê re şandiye jî kirine mijara sûc.    CIHÊ DANIŞÎNÊ HAT GUHERTIN    Serokê dadgehê piştî parastina Kose, li hejmara parêzer û temaşevanên danişînê li ber çavan girt ku eywan têr nake. Dadger ragihand ku wê danişîna roja duyemîn û danişîna roja sêyemîn dê li Ewyana Danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Silîvriyê bê lidarxistin. Dadger heta sibê navber da danişînê.