Kaçmaz: Li dijî kurdan û daxwazên wan neyartî tê kirin 2022-12-15 16:36:49   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz li Desteya Giştî diyar kir ku li Tirkiyeyê li dijî kurdan pirsgirêka nijadperestî, faşîzma tirkbûnê heye û kurd û daxwazên xwe nayên qebûlkirin.     Li Desteya Giştî ya Meclisê hevdîtina li ser Xalên Teklîfa Qanûna Budçeya Navendî ya 2023’yan berdewam dike. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz têkildarî xala 12’emîn axivî û bi silavkirina siyasetmedarên li girtîgehan dîl tên ragirtin dest bi axaftina xwe kir.    ‘FAMKIRINA JI DEMOKRASIYÊ ZOR E’    Kaçmaz bal kişand ser cezayê li Ekrem Îmamoglû hatiye birîn û destnîşan kir ku xelk dibêje çima CHP’ê dema qeyûm tayînî şaredariyên Kurdistanê hatin kirin, Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên din hatin girtin bertek nîşan neda û dibêjin heke wê çaxê nerazîbûn bihata nîşandan belkî îro ev tişt neqewimiyana. Kaçmaz anî ziman ku faşîzm tiştek wiha ye ku hin bêtir neheqiyê û bêedaletiyê dike û zor e ku her kes demokrasiyê fêm bike lê ew ê ji bo demokrasiyê têbikoşin.    Kaçmaz bal kişand ser rewşa aboriyê û feqîriya xelkê û got xelk ji ber ku îktidar welatiyan feqîr dike neçar dimînin întîhar bikin.    NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD    Kaçmaz wiha axivî: “Berdêla dijminatî û polîtîkayên şerê li dijî kurdan a 40 salan li ser vî welatî 3 trîlyon dolar e. Çavkaniya sereke ya vê xizaniya ku em behsa wê dikin, israra di çaresernebûna pirsgirêka kurd e. Li şûna çareseriyê di şer de tê israrkirin. Ev tenê xisarên madî ne, yên jiyanî yanî yên ku mirovan canê xwe ji dest dane, yên birîndar bûne, yên ku hêviya xwe winda kirine û ev hemû weke berdêla hemû civakê li ber me ne. Çavkaniya sereke ya xizanî û bêhêvîtiyê israra di meseleya kurd de ye.”    ‘KURD Û KURDÎ LI VÎ WELATÎ QEDEXE NE’   Kaçmaz bi bîr xist ku salvegera qedexeyên derketina derve yên 7 sal berê li navçeyên Cizîr û Silopiya Şirnexê hatin ragihandin e û wiha got: “Qedexe bûn sedema ku gelek mirov bên kuştin. Gelek kes birîndar bûn. Gelek welatî ji wê demê asteng man. Ez li vê Meclisê pir zelal viya dibînim; çend roj berê wekîlek me daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî yê kurdî kir. Lê we çikir? We gefa ‘torbeyên zer’ li koma me xwar. Kurd li Dêrsim, Zîlan, Agirî, Roboskî û gelek deverên din hatin qetilkirin. Kuştina kurdan ji we re helal û şîrîn tê. Li Cizîrê çi qewimî hûn dizanin? Dayika Taybet 7 rojan li kolanê mirî hat hiştin. Cenazeyê Cemîle ji bo xera nebe, di sarincê de hat veşartin. Hûn nikarin bi hiş û zîhniyeta salên 1920’an Tirkiyeya îro ava bikin. Heta ku zîhniyeta we neguhere hûn nikarin aramiyê û xweşiyê bînin Tirkiyeyê. Di qedexeyên 14’ê Kanûna 2015’an de hatin ragihandin me bi sedan can da. Bila ev ji me re bibe ders. Pêwîstî bi guhertina polîtîkayek bingehîn heye.”    ‘LI DIJÎ KURDAN NIJADPERESTÎ TÊ KIRIN’    Kaçmaz destnîşan kir ku li Meclisê destûra axaftina bikurdî nayê dayîn û got: “Her kes şahidiya vê yekê dike, li Meclisê kurdî qedexe ye. Esra Erol, Dîdem Arslan û Muge Anli jî li dijî zimanê kurdî nefretê sor kirine. Li vî welatî pirsgirêka kurd tune ye, li vî welatî pirsgirêka zîhniyeta nijadperest û faşîst heye ku li ser tirkbûnê hatiye avakirin. Heta ku ev zîhniyet neyê mehkûmkirin wê aramî û aştî neyê vî welatî. Kurd mafên xwe dixwazin û dixwazin bibin welatiyên wekhev ên vî welatî. Xwişk û biratî wekheviyê nayîne, wekhevî xwişk û biratiyê tîne. Em ne mecbûr in bibin xwişk û bira. Em wek HDP’ê dixwazin jiyanek bi azadî, demokrasi û aştiyane bînin vî welatî.”