Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike 2022-12-21 10:55:10 ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Serhat Eren diyar kir ku tu hêcetek mafdar ku hesabê partiya wan ê xezîneyê were blokekirin nîne û got: “Divê AYM daxwazê red bike. Divê tavilê dest ji vê daxwaza blokekirina hesabê me bê berdan.”    Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ku li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doza girtina HDP’ê da vekirin, vê carê jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û xwest ku alîkariya Xezîneyê ya bo HDP’ê bê blokekirin. Piştî ku bi ser daxwaza doza girtina HDP’ê re salek û nîv derbas bû niha jî vê daxwaza serdozger Şahîn balkêş e ku wê di çarçoveya budçeya sala 2023’yan de ku wê di 10’ê çileya 2023’yan de Xezîne ji partiyê were veqetandin, hatiye kirin.    Vê daxwaza Şahîn neghîştiye ber destê HDP’ê û HDP jî bi rêya çapemeniyê hîn bûye. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsiyar Serhat Eren têkildarî vê daxwaza serdozger a blokekirina Xezîneya bo HDP’ê nirxand. Eren got divê beriya her tiştî Dadgeha Destûra Bingehîn biryarek bêteref, serbixwe bide.    ‘EM JI ÇAPEMENIYÊ HÎN BÛN’    Eren da zanîn ku derbarê wê daxwaza serdozger ku serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye tu tebligat negihîştiye ber destê wan û got: “Em jî ji çapemeniyê hîn bûn. Serdozger dema doza girtinê li partiya me vekiribû jî heman daxwazê kiribû. Lê belê Dadgeha Destûra Bingehîn daxwazê red kiribû. Helbet sedemek bingehîn vê daxwaza ji nû ve heye ku wê di meha çile de alîkariya Xezîneyê bidin partiyên siyasî. Lewma naxwazin ev alîkarî bigihîje partiya me. Dawiya dawî wê ev alîkarî bê dayîn û helbet wê partiya me jî ji bo xebatên hilbijartinê vê alîkariyê bikar bîne.”      Eren destnîşan kir ku serdozger ewqas ji xwe bawer e ku difikire ku wê HDP bê girtin û armanca serdozger sereke ew e ku xebatên siyasî yên HDP’ê bide astengkirin.    ‘DIVÊ DADGEH DAXWAZÊ RED BIKE’    Eren anî ziman ku tu hêcetek mafdar ku wê hesabê HDP’ê yê Xezîneyê bê blokekirin tune ye û got: “Divê Dadgeha Destûra Bingehîn demildest vê daxwaza serdozger red bike. Divê ku mînakek şênber hebe ku Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza serdozger mafdar bibîne. Lê belê aliyek ku daxwaza dozger mafdar bê dîtin tune ye. Ev hewldan ango daxwaza serdozger jî parçeyek stratejiya 7 salên dawî ye. Berdewama kumpasa Doza Kobanê û doza girtina HDP’ê û êriş û qetlîamên li ser HDP’ê ye. Dixwazin ku HDP pasîfîze bibe û tesîra wê ya li ser îktidara Tirkiyeyê nemîne.”    MA / Firat Can Arslan