Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin 2022-12-21 16:26:03   ENQERE - Parlamenterên HDP’ê ku îro çûn ber Wezareta Dadê ragihandin ew ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her roj li ber Wezareta Dadê çalakiya rûniştinê li dar bixin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîdkirin û xeber negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêngavek nû da destpêkirin. Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê, xebernegirtina ji Ocalan û bêdengiya rayedaran ber bi Wezareta Dadê ve meş li dar xistin û piştre li ber Wezaretê çalakî li dar xistin.    Parlamenterên HDP’ê ku çalakiya xwe ya îro bi dawî kirin, ragihandin ku heta tecrîdkirina li Îmraliyê bi dawî bibe dê li ber Wezareta Dadê bi awayek dorveger çalakiya bêdem li bidomînin. Parlamenter wê her roj li ber avahiya Wezaretê çalakiya xwe li dar bixin.