Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e 2023-01-06 10:45:41   ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Serhat Eren biryara “bloqeyê” ya AYM’ê weke “darbeya darazê ya li dijî siyaseta demokratîk” pênase kir û wiha got: “Dadgeh li gorî usûlê tevnegeriya û bi vê derhiqûqiyê mohra xwe li dîrokê xist.”    Îdianameya ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû qebûlkirin û di 7’ê hezîrana 2021’an de li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) doza girtinê li HDP’ê hatibû vekirin. Hêjta doz didomiya ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn ji bo bloqekirina hesaba HDP’ê ya alîkariya xezîneyê serlêdan kir û ev daxwaz hate qebûlkirin. Li gel ku beriya niha ev daxwaz hatibû redkirin jî Şahîn dîsa bi heman daxwazê serî li AYM’ê da. Alîkariya xezîneyê dê di 10’ê çileyê de bihata dayîn û biryara AYM’ê biryar dabû ku serlêdanê di 6’ê çileyê de binirxîne. Lê piştre biryar da ku di 5’ê çileyê de binirxîne. Ji 15 endamên AYM’ê 8’an jê ji bo bloqekirina hesaba HDP’ê dengê erê dan û 7 jî li dijî vê daxwazê derketin. Her wiha AYM’ê hewcehî bi parastina HDP’ê nedît.    MAFÊ ÎTÎRAZÊ YÊ PIŞTÎ BIRYARÊ!   Balkêş e ku AYM’ê ji bo HDP li dijî biryarê îtîraz bike 30 roj wext da. AYM’ê got ku heke HDP di nava 30 rojan de îtîraz bike dê mafê parastinê bide û biryarê dîsa binirxîne. Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar ê HDP’ê Serhat Eren têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Doza girtinê ya li partiyê hatiye vekirin, encama kampanyayên lînça siyasî ye. Encama zexta AKP-MHP’ê ya li ser darazê ye. Heta gihiştin astekî wisa ku ji ber AYM’ê biryara girtina partiya me neda, xwestin AYM jî bê girtin.”   BIRYARA LI DIJÎ MAKEQANÛNÊ   Bi domdarî Eren got ku li gorî mewzûatê di qonaxa heyî de Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind nikare daxwazeke wiha bike û wiha domand: “Li dijî makeqanûnê ye. Nikare di çarçoveya tevdîrê de biryareke wiha bide. Me di daxwaznameya xwe ya 2 roj berê de qala van xisûsan bo AYM’ê kir. Daxwaza Dadgeha Bilind, li dijî makeqanûnê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Tevî vê yekê jî AYM’ê biryareke wiha da. Li gorî Qanûna Mihakemeya Cezayê, heke serdozger mutalaaya xwe bide û daxwazake wî hebe, divê vê daxwazê teblîxî partiya me bike. Neçare bipirse bê ka îtîrazeke partiya me heye yan na. Dadgeha Makeqanûnê jî beriya ku li parastina partiya me guhdar be, biryar da. Piştî biryarê ji bo îtîrazê mehek muhlet da. Ev usûl, usûleke rast nîne. Biryarên Dadgeha Makeqanûnê teqez in û tiştekî bi aqilane nîne ku piştî biryar hatiye dayîn mafê îtîrazê bidin. Ev yek li dijî makeqanûnê ye. Dadgeh li gorî usûlî tevnegariya, pir lez kir û biryareke xelet da. Bû şirîkê hewldanên ji bo derxistina partiya me ji siyaseta demokratîk û dîroka bêhiqûqiyê nivîsand.”    DARBEYA DARAZÊ   Eren, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind dema ji bo girtinê doz li partiyê vekirî, wê demê xwestibû ku hesaba wê ya alîkariya xezîneyê bê bloqekirin. Lê AYM’ê bi yek hevokê ev daxwaz red kiribû. Baş e lê ji wê rojê heta niha çi guherî? Tenê hilbijartin nêz bûn û dengê Tifaqa Cumhur zêdetir ewqas. AYM’ê, biryara dawî ya doza girtinê ji niha ve da. Biryara hatiye dayîn, biryareke nîhaî ye. Di dozên girtina partiyan de divê ji 3 parên endaman 2 par jê dengê erê bidin. Lê bi vê biryarê re Makeqanûn hate binpêkirin. Ji ber ku diviya ji bo vê biryarê ji 3 parên endaman 2’yan jê bigota erê. Lê di civînê de ji 15 endaman 7’an got na û tenê 8’an erê kiriye. Anku tiştekî derhiqûqî ye. Dadgeha Makeqanûnê beriya encama doza girtinê, biryara xwe da. Beriya hilbijartinê, wekheviya di şert û mercên xebatê de ji holê rakirin, şertên hilbijartina adilane ji holê rakirin û bi bloqekirina hesabên partiyê re dixwazin biryara hilbijêrên me bloqe bikin. Her wiha ev biryar dê bandorê li siyaseta demokratîk, muxalefeta civakî û bi milyonan kesan bike. Em dikarin bibêjin ku darbeyeke darazê ya li dijî siyaseta demokratîk e.”    MA / Ozgur Paksoy