DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin 2023-01-14 15:22:54   ÎZMÎR - DBP’ê xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were bidawîkirin û wiha got: “Pêkanînên keyfî û zext seranserê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn veguherandiye şer û kaosê.”   Buroya Şewrê ya Partiya Herêmên Demokratîk a Egeyê (DBP) têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya xwe ya li Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê yên Bajêr, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û welatî beşdarî civînê bûn.    Yek ji rêveberên Buroya Şewrê ya DBP’a Egeyê Kerem Ay ê di civînê de axivî, diyar kir ku 20 sal in polîtîkayên zextê yên AKP’ê didomin û wiha got: “Di 5 salên dawî de AKP’ê û MHP’ê pergala dîktatoriyê avakirin. AKP’ê û MHP’ê hemû derfetên dewletê bikaranîn zext, zilm û êriş zêde kirin û bi polîtîkayên xwe yên tundî, şer û pevçûnê re li welat hawîreke kaosê afirandiye. Kesên li dijî vî şerî li ber xwe didin, her kesên di têkoşîna demokrasi û azadiyê de dijmin îlan dike, bi rêya daraza ku girêdayî xwe kiriye binçav dike û digire û bi dehan salan cezayên hefsê dide.”   ‘ÇARESERÎ DI DESTPÊKA PIRSGIRÊKÊ DE YE’   Ay, destnîşan kir ku destpêka hemû pêkanînên faşîzan bi taybetî di înkarkirina gelê kurd, înkarkirina hemû cudahiyên li Tirkiyeyê re derbas dibe û wiha berdewam kir: “Polîtakayên tecrîd û îzolasyonê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, bi tevlibûna MHP’ê ya pêvajoyê veguheriye tecrîda mutleq. Pêkanînên keyfî û zextên di kesayeta Ocalan de tên birêvebirin seranserê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn veguherandiye şer û kaosê. Aşkereye ku çareserî di destpêka pirsgirêkê de ye. Li ser bingeha vê rastiyê em weke DBP piştgiriyê didin ‘Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîdê’ ku ji aliyê parlamenerên HDP’ê ve li ber Meclisê hatiye destpêkirin. Em dibêjin daxwazên parlamenterên me, daxwazên me ne.”