Îlana OHAL’ê li Meclisê tê nîqaşkirin 2023-02-09 15:42:50   ENQERE - OHAL’a ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ji bo herêma erdhejê ragihand li Meclisê tê nîqaşkirin.    Bi pileyên 7,7 û 7,6 navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê erdhejên dijwar çêbûn. Serokkomarê AKP’î Erdogan Rewşa Awarte (OHAL) ku dê 3 mehan bandorê li 10 bajaran bike îlan kir. Biryara OHAL’ê, di Lijneya Giştî ya Meclisê de tê nîqaşkirin. Nîqaşên OHAL’ê bi axaftina Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay dest pê kir.   Piştî axaftina Oktay ê OHAL parast, wê Serokwekîlên Komê yên partiyên komên wan di Meclisê de hene biaxivin.