Sancar li Narliyê çû serdana mexdûrên erdhejê 2023-02-23 12:48:20 MEREŞ - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar çû serdana mexdûrên erdhejê yên gundê Narli yê Bazarcixê.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevkê Komîsyona Gel û Baweriyan Turgut Oker, parlamenterên HDP’ê û endamên partiyê yên pê re, çûn serdana mexdûrên erdhejê yên gundê Narli yê Bazarcix a Mereşê. Sancar, di dema serdanê de bi mexdûrên erdhejê re sihbet kir û got ku dikarin bi hevgirtinê ji vê karesatê derkevin. Sancar, spasiya welatî û ciwanên li gund bi dilxwazî dixebitin kir. Piştre jî Sancar û şandeya pê re çûn serdana welatiyên di konbajarê ji hêla AFAD’ê ve hatiye avakirin û pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin.    Piştî serdanê, sancar û şandeya pê re ber bi navçeya Bazarcixê ve ketin rê.