HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin 2023-02-27 16:17:54   ENQERE - HDP’ê bertek nîşanî Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan da ku ji mexdûrên erdhejê helalî xwest û wiha got: “Em heqê xwe li te helal nakin.”    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî da gel xwe û çû Semsûrê. Erdogan, li Semsûrê ji mexdûrên erdhejê helalî xwest. Li ser medyaya civakî di demekî kin de li dijî gotinên Erdogan bertekeke mezin hat nîşandan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bersiv da gotinên Erdogan.    HDP’ê bi hashtaga #HelalEtmiyoruz ev peyam parve kir: “Li kesên bacên erdhejê ji derveyî armancên wan bi kar anîn, li kesên milyon xistine berîka lobiyên înşaetê, li kesên bûne sedem ku bi hezaran kes ji sermayê bimirin, li kesên AFAD û Heyva Sor weke êm bikaranîn, li kesên efûya îmarê derxistin, em #HelalEtmiyoruz (#HeqêXweHelalNakin)”