Taşçier: Em dixwazin xebatên yekîtiya netewî bilezînin 2018-04-05 10:05:58   ENQERE – Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, ku di nav heyeta HDP’ê ya dê serdana Kurdistana Federe bike de cih digire, diyar kir ku rojeva sereke ya heyete ew e ku xebatên kongreya netewî ya kurd bilezîne.    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî di nav de wê Heyeta HDP’ê serdana Herêma Kurdistana Federe bike û wê serdan 3 rojan dewam bike. Rojeva sereke ya heyete kongreya netewî ya kurd e. Wê di serdanê de ewil li Hewlêrê serdana Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî bê kirin, dû re wê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re û pişt re jî wê bi partiyên siyasî û hikûmetê re hevdîtin bê çêkirin. Piştî Hewlêrê, wê li Silêmaniyeyê bi YNK û Tevgera Goranê re hevdîtin bê çêkirin û piştî hemû hevdîtinan wê heyet di 8’ê Nîsanê de vegere.    Yek ji kesên di nav vê heyet de cih digire jî, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier e. Taşçier destnîşan kir ku ew dixwazin bi vî awayî xebatên ji bo kongreya netewî ya kurd bilezînin.    ‘HEWCE YE KU KONGRE DEMILDEST LI HEV KOM BIBE’    Di sala 2013’an de bi pêşniyariya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ji bo kongreya netewî li Amed, Enqere û Burukselê civîn hatibûn çêkirin û piştî van civînan li Hewlêrê jî civînek çêbibû. Ev civîn di warê lihevkombûna kongreya netewî de gaveke girîng bû. Lê belê piştî civînê bi demeke kurt, DAIŞ derket holê û bi vî awayî kongre bi ser neket. Taşçier, bi lêv kir ku hewce ye ew pêvajoya ku wê demê dest pê kir temam bibe.    ‘JI BO BERTERAFKIRINA ÊRÎŞAN DIVÊ KURD BIGIHÊN HEV’    Taşçier ku di nav xebatên wê demê de jî cih digirt got: “Di civîna 2013’an de fikr û nêrînên her çar perçeyan û dîasporayê hatin wergirtin û nêrîna wan a hevpar bû û hat xwestin ku demildest Kongreya Yekîtiya Netewî kom bibe. Lê belê ji ber geşedanên wê demê û liv û tevgerên hêzên serdest ên li Rojhilata Navîn, ev pêvajo qut kirin. Wisa bawer dikim ku, eger kongreya netewî kom bibûna û bi refleksên hevpar liv û tevgerînek xwe bidana der, wê ne li Kobaniyê û ne jî li Kurdistana Başûr êrîşên DAIŞ’ê pêk nehatanan. Wê geşedanên neyinînî yên der barê referandûmê û Efrînê de rû nedanan. Ji ber vê ye ku fikra hewce ye kongreya netewî kom bibe heye. Ji bo berterafkirina van êrîşan û ji bo di warê pirsgirêka kurd de kurd bibin yek, divê demildest ev kongre kom bibe.”    Taşçier, anî ziman ku divê ev pêvajo temam bibe. Taşçier diyar kir ku herî dawî HDP’ê civîneke bilind çêkiriye û div ê civînê de ev yek careke din hatiye bilêvkirin, lê belê dû re ji ber êrîşên li ser HDP’ê ev pêvajo hinekî dereng bi rê ve çûye.    Taşçier got: “Di sala 2016’an de di bin serokatiya Birêz Selahattin Demîrtaş de me serdaneke bilind kiribû. Di wê serdanê de me gelek hevdîtin çêkirin û di hemûyan de di warê yekîtiya kurd de hêviyeke hevpar xwe dabû der. Ji bo ev hêvî pêk bên, wê demê hemû derdoran daxuyanî dan. Lê belê ji be rêrîşên li ser HDP’ê pêvajo giran meşiya.”    ‘WÊ SERDANA YEKÎTIYA NETEWÎ BILEZÎNE’    Taşçier, bi lêv kir ku wê div ê serdanê de hevdîtinên sala 2016’an bên temamkirin û nemaze jî wê ji bo pêkanîna Kongreya Yekîtiya Netewî diyalogan pêş bixin. Taşçier got: “Di hevdîtinên ku dê bên kirin de, hêviya me ew e ku em mijara yekîtiya netewî bilezînin. Di pêvajoyeke wisa de li Rojhilata Navîn ev yek bivênevê ye. Ji bo hevpariyekê em wisa difikirin ku wê ev civîn bi kêr bên. Hêviya me jî ew e ku demildest pêk bê.”    Taşçier got: “Ji bo li her çar perçeyan destkeftiyên kurdan bên parastin, em xebatên xwe yên ji bo kombûna kongreyê didomînin. Hêvîdar im em ê di demeke kurt de ji cihê mayî dewam bikin.”    MA / Hayri Demir