Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da 2023-03-01 14:00:55   ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku dibêje “sedema wêraniya erdhejê veguherîna bajar e” û muxalefetê hedef digire, têkildarî hilbijartinê axivî û bal kişand ser 14’ê gulanê.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, di civîna koma partiya xwe de axivî. Erdogan got; “Dê ev gel di 14’ê gulanê de tişta pêwîst bike.”    Bi domdarî Erdogan hewl da xwe bi gotina “Mimkin nîne ku em pêşiya erdhejan bigirin” parast û di gelemperiya axaftina xwe de li ser “veguherîna bajar” sekinî. Erdogan, îdia kir ku sedema hilweşîna di erdhejê de, bicihneanîna veguherîna bajar e û muxalefet hedef girt.    Her wiha Erdogan bersiv da berteka gel ku digotin “Dewlet tune ye” û îdia kir ku dewlet li herêma erdhejê ye. Erdogan, ji bo muxalefeta ku îktîdarê rexne dike jî wiha got: “Îşala ev milet dê di 14’ê gulanê de tişta pêwîst bike.”    Erdogan, li Semsûrê ji gel xwestibû ku heqê xwe lê helal bikin û rastî bertekên tund hatibû. Erdogan, ji bo van bertekan jî wiha got: “Bêguman tiştekî hêsane ku çi bê ser zimanê mirov, mirov bibêje. Ew diçin herêmên erdhejê, tenê diaxivin, poz didin û êşên heyî îstîsmar bikin. Em ê kavilan rakin, birînan derman bikin. Dê li şûna yên hilweşiyayîn ên baştir ava bikin. Dê jiyaneke xweştir pêşkeşî gelê xwe bikin. Vegotina kêmasiyên xwe, daxwaza helalkirina heq, ne ji ber lewaziya me ye.”