AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive 2023-03-02 14:34:17   ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn dê di 9’ê adarê de têkildarî biryara bloqekirina hesabên alîkariya xizîneyê yên HDP’ê bicive.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dê di 9’ê adarê de têkildarî biryara bloqekirina hesabên alîkariya xizîneyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bicive ku li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn hatibû dayîn. Dê AYM biryarê bide bê ka biryara dê were betalkirin an weke tevdît bidome.