Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin 2023-03-04 16:49:34   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, der barê krîza di navbera Tifaqa Millet de axivî û Belgeya wan a Helwesta bi bîr xist û ev tişt got: "Nêzîkatiya me ya wê rojê îro jî dikare deriyê guhertina demokratîk li Tirkiyeyê vebike."   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di kêliyên ku civîna awarte ya Lijneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya HDP'ê berdewam dikir de derket pêşberî qamereyan û civîna çapameniyê li dar xist. Sancar, di civînê de nêrînên partiya xwe yên der barê krîza li ser namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Millet de parve kirin. Di destpêka axaftina xwe de qala rewşa dawîn a li herêma erdhejê kir û destnîşan kir ku wê berpirsyariya hikûmetê ya di encamên giran ên erdhejê qet ji bîr nekin û bal kişand ser xebatên partiya xwe yên li herêma erdhejê.   FERASETA KU BI 85 MILYONAN BIDE QEZENÇKIRIN   Piştî rewşa li herêma erdhejê Sancar, nêrînên partiya xwe yên têkîldarî geşedanên piştî vekişandina Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener a ji Tifaqa Millet bi kurtasî bi van gotinan aşkera kir:   "Di rojên dawîn de em geşedanên di siyaseta Tirkiyeyê de diqewimin li ber çavan digirin û di ferqê de ne ku berdewamkirina xebatan di avakirina pêşeroja hevpar û demokratîk a gelan de girîng e. Bila gumana tu kesî tunebe weke HDP'ê biryarên ku em bigirin bersivandina pêwistî û hesreta aştî, azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê armanc dikin. Em bi feraseta ku bi 85 milyonan bide qezenckirin tevdigerin. Ji bo ku em tev bi hev re qezenc bikin û hevrebûnê zêde bikin polîtîkaya xwe ya tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh bi bîryardarî didomînin. Em lihevirina civakî, siyaseta azad, nirxên mirovî yên gerdûnî û nirxên demokrasî û hiqûqê esas digirin û têkoşîna xwe ya Xeta Sêyemîn mezin dikin."    PÊVAJOYA NAMZETIYA SEROKKOMARIYÊ DIDOME   Piştî daxuyaniya ku Sancar pirsên rojnamegeran bersivand. Li ser pirsa rojnamegeran a der barê daxuyaniya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ya "hemû reng divê li ser sifrê rûnin" û helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê de Sancar, ev bersiv da: "Di vê mijarê de rêbazên ku em ê bişopînin gelek caran ji aliyê berdevk û nûnerên me ve hatiye aşkerakirin. Bêguman em ê geşedanan bişopînin. Em ê bi lijne û hêzên xwe yên tifaqê re binirxînin."   Sancar, pirseke din a der barê namzetiya serokkomariyê de wiha bersivand: "Beriya erdhejê rêya ku em ê di namzetiya serokkomariyê de bişopînin aşkera kiribû. Lê bandora erdhejê û hilweşandina wê kir ku em vê pêvajoyê careke din binirxînin. Xebatên me yên nirxandina vê pêvajoyê berdewam dikin. Em hem di lijneyên xwe de hem jî bi hêzên xwe yên tifaqê re van nirxandinan dikin û em ê berdewam jî bikin."