Tifaqa Milet dicive: Dê namzetê serokkomariyê bê eşkerekirin 2023-03-06 10:41:35   ENQERE - Tifaqa Milet ku Partiya Îyî jê veqetiya bû, îro dê namzetê xwe yê serokkomariyê û nexşerêya pêvajoya derbasbûyînê eşkere bike.    Di civîna 12’an a Tifaqa Milet de ji ber nelihevkirina ser namzetê serokkomariyê, Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener mase terikand. Tifaqa Milet ku bi roja ye bûye yek ji rojevên sereke yên Enqereyê, dê îro saet di 14.00’an de li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê bicive. Tê payîn ku Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû weke namzetê serokkomariyê bê ragihandin. Her wiha dê cîgirên serokkomar û nexşerêya pêvajoya derbasbûyînê jî bê ragihandin.    Di heman demê de kabîneya serokkomariyê jî dê bi rojevên erdhej û hilbijartinê bicive.