Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo biryara dawî ya namzetiya serokkomariyê dicive 2023-03-06 10:57:55   ENQERE - HDP ku rojeva wê ya esasî xebatên li herêmên erdhejê ye, li hêla din xebatên hilbijartinê jî temam kir. HDP’ê, biryara xwe ya dawî ya ji bo namzetiya serokkomariyê jî bo piştî civîna Tifaqa Ked û Azadiyê hişt.   Piştî geşedanên nelihevkirinên Tifaqa Milet a têkildarî namzetiyê serokkomariyê, Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 4’ê adarê de bi awayeke awarte civiya û nîqaşên berfireh kir. Di civînê de namzetiya serokkomariyê û nîqaşên têkildarî pêvajoya hilbijartinê bo piştî civîna Tifaqa Ked û Azadiyê hatin hiştin.    ROJEVA SEREKE ERDHEJ E    Rojeva sereke ya HDP’ê erdhej û derxistina cenazeyan ji bin kavilan e. Di vê çarçoveyê de tevahiya avadaniya HDP’ê li herêmên erdhejê hatine seferberkirin û biryar hat dayîn ku ev xebat bêhtir bên xurtkirin. HDP, xebatên xwe yên li bajar û navçeyan di bin konteyniran de dimeşîne, Meclisa Jinan, Meclisa Ciwanan, parlamenter, lijneyên partiyê û dilxwaz jî dê li herêmên erdhejê bimînin. HDP, definkirina bi hezaran kesên di bin kavilan de weke rojeva sereke dinirxîne û li hêla din dê giraniya xwe bide ser xebatên jinûveavakirinê.    HDP BO HILBIJARTINAN AMADE YE    Têkildarî rojeva hilbijartinê di civîna MYK’ê de nîqaşên berfireh hatin kirin. HDP a ku bi tifaq, pêkhate û lijneyên xwe amadekariyên hilbijartinê temam kirine, bêyî ku xebatên li herêmên erdhejê bide sekinandin dê starta hilbijartinê bide û dakeve qadan.    BIRYARA DAWÎ DÊ PIŞTÎ CIVÎNA TIFAQÊ BÊ DAYÎN   Di civînê de krîza di nava Tifaqa Milet de jî hate nirxandin. Ji ber erdhejê, mijara namzetiya serokkomariyê nebû rojeva sereke ya HDP’ê û hewldana derxistina namzetê/a serokkomariyê jî hate nirxandin. HDP dê van nîqaşan di civîna Tifaqa Ked û Azadiyê de bike rojev û binirxîne. Biryara herî dawî jî dê piştî civîna Tifaqa Ked û Azadiyê were dayîn.    BIHÊZKIRINA RÊYA SÊYEMÎN    Lê belê xebatên HDPê yên ji bo bihêzkirina Rêya Sêyemîn û berfirehkirina tifaqê jî berdewam in. Tê gotin ku meyla hinek partiyên siyasî li ser Tifaqa Ked û Azadiyê heye û di vê çarçoveyê de hinek hevdîtin tên kirin.    MA / Ozgur Paksoy