Namzetê serokkomartiyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû ye 2023-03-06 21:01:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Tifaqa Miletê ragihand ku namzetê wan ê serokkomartiyê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ye.    Tifaqa Miletê, piştî ku Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ'yê Meral Akşener vegeriya nava tifaqê, ji bo namzetê xwe yê serokkomartiyê diyar bike, li avahiya Partiya Saadetê civiya. Tifaqa Miletê, piştî civîneke 4 saetan, daxuyand ku namzetê wan ê serokkomartiyê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ye.