Dogu Ergil: Tifaqeke demokratîk dê dîmena heyî biguherîne 2018-04-11 09:25:12 ENQERE – Prof. Dr. Dogû Ergîl, destnîşan kir ku tifaqeke demokratîk a berfireh li hemberî îtifaqa AKP-MHP’ê bikaribe dîmenê biguherîne û got: “Mixabin pirsgirêka kurd veguherandin pirsgsirêka asayîşê û HDP’ê jî veguherandin partiya krîmînal û sûcan.”  Prof. Dr. Dogû Ergîl,  “Îtîfaqa Cûmhûr” a AKP-MHP’ê û li hemberî vê avakirina îtîfaqeke demokratîk nirxand.    EGER ÎTIFAQ TUNE BE DI HILBIJARTINÊ DE SERKETIN NE PÊKAN E    Zanyarê siyasete Prof. Dr. Dogû Ergîl, lêgerîna ji bo îtifaqê nirxand û diyar kir ku di rewşa heyî de tekane riya serketina di hilbijartina serkomartiyê de îtîfaq e. Ergîl ku got “Eger li hemberî îtîfaqa Cûmhûrê îtifaqek neyê çêkirin, şansê serketina di hilbijartinê an jî hilbijartina serkomarekî din tune ye” anî ziman ku lê belê îtifaqa muxalîf a bi pêşengiya CHP’ê bi partiyên biçûk re tê birêvebirin. Ergîl got: “Partiyên dixwazin tev li îtîfaqê bibin, puanê wan zaf kêm e. Wê lihevkirinek çawa çê bibe nizanim. Wê ji komkirina hîsseyên biçûk tiştek derkeve an?”    Ergîl, destnîşan kir ku lê belê îtifaqa ji bo hilbijartinên herêmî dê bi baştir be û got: “Di hilbijartinên herêmî de mirov dikare bi partiyên biçûk re îtîfaqê çê bike û namzetên hevpar nîşan bide. Serketinên xwe bidin der wê ji bi muxalefetê bibe cihê moralekî baş.” Ergîl, ji bo serkomartiyê bal kişand ser namzetê hevpar û destnîşan kir ku eger îtîfaqek bê çêkirin, teqez divê rêgezên wê hebin.    Ergîl, destnîşan kir ku eger li ser namzetekî dirust, baş ku karibe civakê temsil bike lihevkirine çê bibeî şansê muxalefetê heye ku bi ser bikeve. Ergîl, diyar kir ku divê muxalefet bibêje ku ew ê bi vî namzetî çi bikin û çawa vegerin pergala parlementeriyê. Ergîl got: “Lê belê divê li ser asasên hêzdarkirina rêveberiyên herêmî mutabaqatek çê bibe. Teqez divê îtîfaq di li gor hin rêgezan çêbibe.”    ‘EGER ÎTIFAQ NEBE WÊ ŞERTÊN LI WELAT GIRANTIR BIBIN’    Ergîl, destnîşan kir ku ji bilî pêkanîna vê yekê tu şensekî muxalefetê tune ye, an jê dê herkes winda bike. Ergîl got. “Mînak, di salên 90’î de li Enqereyê du partiyên çepgir bi hev re ketibûn pêşbaziyê, lê herduyan jî winda kir. Eger muxalefet îtifaqeke wisa çêneke, bi hev re tevnegere wê rewşa li Tirkiyeyê girantir bibe.”    Ergîl, ji bo rewşa HDP’ê ku tê xwestin derî îtifaqê bê hiştin jî got: “Mixabin HDP’ê veguherandin partiyeke krîmînal, kirin partiyeke sûcdar. Her wiha pirsgirêka kurd jî bi temamî veguherandin pirsgirêkeke asayîşê. Mixabin, her çend di Meclîsê de partiya duyemîn a muxalefetê HDP jî be, wekî ku qet tune be navê wê di van lêgerînên îtifaqê de tune ye.” Ergîl diyar kir ku sedema vê yekê jî ev e: “Bîrbiriyeke wisa hat çêkirin ku, kesên li gel HDP’ê cih bigirin dê hilbijartinê winda bikin.”    ‘WÊ ÎTIFAQEKE BERFIREH DÎMENÊ BIGUHERÎNE’    Ergîl, ji bo hilbijartina serokomartiyê jî ev tişt gotin: “Eger li hemberî îtîfaqa Cûmhûrê îtîfaqeke berfireh a demokratîk bê çêkirin û li ser hin rêgezan bê avakirin wê tablo biguhere.”