Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin ÎmraliyêAydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin 2023-05-09 17:14:58 MÊRDÎN - Ahmet Turk li Nisêbînê xîtabî bi hezaran kes kir û diyar kir ku ev îktidar ji bo rayekî bistîne heyet şandiye cem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda giran de ye. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî got AKP û tifaqa xwe wê birevin.    Partiya Çepên Kesk li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê mitîngek girseyî li dar xist. Xelkê Nisêbînê bi reng û xemla xwe netewî tev li mitîngê bû. Hin ciwanên ku xwestin bi wêneyên Selahattîn Demîrtaş bikevin qada mitîngê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan wêne desteser kirin.    Girseyê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kir. Beriya axivêr derkevin ser dikê koma ribabê û Koma Jinên Azad derketin ser dikê û girseyê li ber stranên xwe kêfxweş kirin. Seranserî qada mitîngê bû cihê coş û dîlanê.    Li qada mitîngê ciwanan pankarta “Dawî wê bi heybet be” û “Pîvan Zap e” hildan û peyama xwe ya 14’ê Gulanê dan.    DENGÊ ‘BIJÎ KURDISTAN’ OLAN DA   Di mitîngê de ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê de rêz hat girtin. Ewîlî Hevserokê HDP’a Nisêbînê Mehmet Şîrîn Bariş li ser navê Komîteya Amadekar axivî û gel silav kir. Paşê namzetên Mêrdînê yek bi yek derketin ser dikê û gel silav kirin û peyamên xwe dan.    Paşê dengê Selahattîn Demîrtaş hat guhdarîkirin û peyama Demîrtaş ji aliyê girseyê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Piştî guhdariya deng, girseyê bi yek dengekî dirûşma “Bijî Kurdistan” berz kir.    Mitîngê bi stranên Koma Dengê Jinên Azad dewam kir.   TURK: DEM DEMA AZADIYÊ YE   Paşê siyasetmedarê kurd û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin li ser dikê xîtabî gel kir û wiha got: “Bila coş û kêfa û berxwedana we dîrok e. Bila dengê we li tevahiya Kurdisanê belav bibe, Bila Qamişlo, Rojava, Amed dengê we bibihîze. Nisêbîn ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd bedelek mezin da.    Roja 14’ê Gulanê rojek pir girîng e. Ev dem dema azadiyê ye. Em vê wek heyamek nû dibînin. Em neçarin ji zilm û zorê re bêjin bes e. Werin em ji bo azadiyê, aştiyê û demokrasiyê xwedî li partiya xwe derkevin û vê îktidarê bişînin ser sergo.    ÎNKARA ZIMAN Û HEBÛNA ME DIKIN    AKP li dibêje “Rêya rast.” Rêya wan rêya ku kurdan înkar dike ye. Zimanê kurdî înkar dike ye. Helbet em ê ji van re bêjin rawestin. Ji ber ku hevalên me azadiya kurdan diparêzin niha di girtîgehan de ne.    Ciwanên hêja em mal bi mal bigerin û ji gelê xwe re bêjin ku mohra xwe li binê Partiya Çepên Kesk bidin. Wezîfeya ciwanan ev e. Wezîfeya tevahiya gelê Nisêbînê ye.    HEYET ŞANDIN ÎMRALIYÊ    Îktidar dibîne ku têk diçin. Baş e, çi dikin? Heyet dişîne Îmraliyê. Baş e, ê ev bi salan e we hevdîtina malbatan û parêzeran qedexe kiriye, çima niha dişînin? Ji bo rayekî heyet dişînin cem birêz Ocalan. Diçin ber deriyê birêz Ocalan.    Dema em tên Nisêbînê em şerm dikin biaxivin. Çimkî we bedelên giran dan. Çimkî hûn pir têkoşiyan û têdikoşin. Ez bejna xwe li ber vê sekna we ditewînim. Ez bi hêvî me ku wê Nisêbîn dîsa bi rêjeyek zêde bibe rûmeta me.”   AYDENÎZ: SILAV LI ROJAVA BE    Paşê jî Hevserokê Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz derket ser dikê û wiha axivî:   Gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê ye. Ev îktidar dijminatiya xwe li ser înkara gelên Kurdistanê ava kiriye. Gelê kurd li her derî li ber êrişan li ber xwe dide. Em ji Nisêbîna rengîn têkoşîna gelê Rojava silav dikin. Hezar silav li Rojava be.    WÊ LI PIŞT XWE NENÊRIN Û BIREVIN    Em diçin hilbijartinek gelek girîng û dîrokî. Em ê di vê hilbijartinê de faşîzmê têk bibin û bişînin. Îktidar hemû xebata xwe bi pere û derfetên dewletê bi rê ve dibe. AKP qediyaye. Vê baş bizanibin wê AKP li Kurdistanê bibe partiya tabelayê. Em ê wan ji vir bişînin. Em soz didin em ê wan bişînin, wê nikaribin li pişt xwe binêrin û birevin.    MUXATAB BIRÊZ OCALAN E    Helbet divê pirsgirêka kurd li Meclisê were çareserkirin. Lê muxatabê pirsgirêkê diyar e. Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e.    Em ji roja hilbijartinê re xwe amade bikin. Divê em li Nisêbînê 6-0 bikin. Divê em AKP û tifaqa wê bikin partiya tabelayê û ji vir bişînin.”    Piştî axaftinan hunermend Şehrîbana Kurdî derket ser dikê û girseyê li ber stranên xwe dilgeş kir.